ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Xoşnav Ata ku saleke ji bo balê bikişîne ser êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî çalakiyê dike, îro civîneke çapemeniyê lidar dixe.
- Tirkiye ku bûye welatekî girtîgehan, êdî pesnê xwe bi hejmara zêde ya girtîgehan dide. Heta Tîrmeha 2023'an 2 hezar û 572 zarok li girtîgehên Tirkiyeyê girtî û hikumxwar bûn.
- Endamê Şaredariya Sinûnê Berkat Qasim anî ziman ku her kes dizane kê xiyanet kiriye û got: “25 hezar leşkerên Iraqê û pêşmergeyên PDK’ê bêyî ku guleyekê berdin, terka Şengalê kir û reviyan. Yên ku em rizgarkirin şervanên Serok Apo bûn.”
- Tevgera Ciwanên Kurd ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd bike, sibe li paytexta Fransa Parîsê, li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê û bajarê Zurîch ê Swîsreyê çalakiyan lidar dixe.