‘Têkoşînê mezin bikin, Rêber Apo azad bikin’

Endama Koordînasyona Kongra Star a Ewropayê Çîçek Qamişlo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li gelê Kurd, jin û ciwanan kir ku têkoşînê mezin bikin û Abdullah Ocalan azad bikin.

Endama Koordînasyona Kongra Star a Ewropayê Çîçek Qamişlo bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nameyên gefê yên li dijî wî û got: “Zehmet e ku mirov pergala Îmraliyê binirxîne. Ji ber ku mînaka zîndana Îmraliyê li tu derê cîhanê nîne. Nameyên gefê yên li dijî Rêber Apo di heman demê de li dijî hemû mirovahî û gel e. Ji ber ku Rêber Apo ne tenê Rêberê gelekî ye, Rêberê gelan e. Mînaka wê li Rojavayê Kurdistanê tê dîtin ku hemû beşên civakê di nava xwe de dihewîne. Ji ber vê yekê divê em ji bo Rêber Apo têkoşînê mezintir bikin.”

‘TECRÎD LI SER HEMÛ BEŞÊN CIVAKÊ TÊ MEŞANDIN’

Çîçek di dewamiya axaftina xwe de qala têkoşîna gelê Kurd a li ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin kir û got: “Berî demek pêngava bi dirûşmeya ‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye’ hatibû destpêkirin, li ser wê esasê di van du salan de gelek çalakî û xebat hatin kirin. Lê dibe ku çalakiyên heta niha hatine kirin ne têrker in, ji bo wê divê li her derê xebat û pêngavên ku hatine kirin werin nûkirin. Ji ber vê divê her kes di nava tevgerê de be û xwedî li Rêberê xwe derkevin. Îro bi hezaran kes pêşengtiya şoreşeke bi fikir û felsefeya Rêber Apo dikin, ev ji bo dijmin bûye pirsgirêkeke mezin. Lewma jin û ciwan divê asta têkoşîn û berxwedana xwe mezintir bikin û azadiya Rêber Apo teqez bikin. Ji ber ku tecrîda ku îro di şexsê Rêber Apo de tê meşandin, li ser hemû gelan e. “

Çîçek anî ziman ku li cîhanê hemû tişt li Kurdan hatine qedexekirin û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Ji ber ku gelê Kurd li ber xwe dide, fedakarî dike hemû tişt li wan tê qedexekirin. Êrîş, qirkirin û talan li ser gelê Kurd tê meşandin. Bi hezaran ji Rêber Apo re peyaman dişînin, lê mixabin nagihîn ber destê wî, lê nameyên gefxwarinê gelek bi hêsanî dikarin bişînin. Dijmin di nava 24 salan de her tim hewl da gel û tevgerê ji Rêber Apo qut bike, lê gel berovajî helwesta xwe raber kir.”

‘TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN, RÊBER APO AZAD BIKIN’

Çîçek Qamişlo bang li hemû gel û bi taybet jin û ciwanan kir ku asta têkoşînê mezintir bikin û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîsoger bikin û got: “Divê dijmin bizanibe ku wê armancên wê pêk neyên. Di dîrokê de her tim li ser Kurdan qirkirin û siyaseta tunekirinê meşandin, lê bi ser neketin. Lewma em bang li gelê Kurd, ciwan û jinan dikin ku bi têkoşîna xwe êrîşên dijmin pûç bikin û diwarê Îmraliyê bişkînin.”