‘Heta edalete neyê Roboskiyê edalet nayê Tirkiyeyê’

Di daxuyaniya çapemeniyê ya di meha 139'an a Komkujiya Roboskî de, peyama heta edalet neyê Roboskiyê, edalet nayê Tirkiyeyê hate dayîn.

Di 28’ê Kanûna 2011’an de balafirên artêşa Tirk li navçeya Roboskiyê ya Şirnexê welatî bombebaran kiribûn û di encamê de 19 jê zarok bi giştî 34 welatî hatibûn qetilkirin. Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskiyê di meha 139’emîn a Komkujiya Roboskiyê de li pêşiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila kujer bên dîtin! Roboskî, careke din bila pêk neyê!” hate vekirin.

Endamê Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskiyê Tanju Gunduzalp diyar kir ku, di ser komkujiyê re 11 sal derbas bûne û got, "Rastî bi hemû awayî li pêşberî me ye; kiryar û komkujî eşkere li holê ye, rastî ji civakê tên veşartin. Tevahî kujer wê bên darizandin. Ger îro nebe sibê teqez wê hesaba vê yekê bê pirsîn û berpirsyar bên darizandin.”

Gunduzalp da xuyakirin ku, dewleta Tirk bi rabirdûyê re rû bi rû nemaye û îro jî bi awayekî sîstematîk zextên xwe zêde dike û wiha domand, "Rojnamevanên Kurd ên bêsûc tên destgîrkirin û girtin. Dîsa rojnamevanên din ên ku di rojnameyên fermî û li her derê de agahiyan bi raya giştî re parve dikin, tên destgîrkirin û girtin. Cûdî dişewitînin û li daristana Akbelen li gelê xwe dixin. Tehliyekirina girtiyan tên astengkirin, girtiyên nexweş terkî mirinê dikin. "

Gunduzalp destnîşan kir ku, heta edalet neyê Roboskiyê dê edalet neyê Tirkiyeyê û got, "Heta roja ku em li dijî şîdeta dewlet û desthilatdariyê, ji bo Roboskî û hemû komkujiyan li hev bicivin û edaletê pêk bînin, em ê bi dilrehetî li nava nivînên xwe ranazên û nedin razandin. Li hember pirsa ‘Weke mirov dikarim çi bikim?’ em ê her meh di roja 28'an de Komkujiya Roboskiyê bi bîr bînin û biqîrin û bibêjin 'Werin em bi hev re dengê xwe bilind bikin.' Roboskî ezmûna dewlet û desthilatdariyê ye. Rêya Aştî û Edaletê ya li van xakan teqez û pêşî wê di Roboskiyê re derbas bibe. Heya berpirsên Roboskê neyên darizandin, mirov nikare behsa helal û edaletê bike. Me ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin û em ê nedin ji bîr kirin."