Leşkerên Îranê kolberek qetil kirin
Di encama gulebarana hêzên Îranê de kolberekî ku li ser sînor bazirganî dikir, jiyana xwe ji dest da.
Di encama gulebarana hêzên Îranê de kolberekî ku li ser sînor bazirganî dikir, jiyana xwe ji dest da.
Li gorî nûçeya Kolbernewsê, 26’ê Tîrmehê di encama gulebarana hêzên Îranê de welatiyê bi navê Hasan Tofîq Zade yê 65 salî ku li herêma Serşîwî ya bajarê Saqiz a Rojhilatê Kurdistanê dima, jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Hesen Tofîq Zade birin morga Tiba Edlî ya Saqizê.
Di 6 mehên destpêkê yên sala 2023’yan de 18 kolberan jiyana xwe ji dest dan û 43 kes jî bi giranî birîndar bûn.