HDP û Partiya Çepên Kesk wê Tebaxê komxebat û konferansan lidar bixin
Ji rêveberên HDP'ê Elîf Bûlût diyar kir ku HDP û Partiya Çepên Kesk piştî civînên gel wê Tebaxê dest bi pêvajoya komxebat û konferansan bike.
Ji rêveberên HDP'ê Elîf Bûlût diyar kir ku HDP û Partiya Çepên Kesk piştî civînên gel wê Tebaxê dest bi pêvajoya komxebat û konferansan bike.
Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo nirxandina encama hilbijartinên 14'ê Gulanê û 28'e Gulanê, her wiha ji bo nîqaşkirina helwest û biryarên aprtiyê dest bi lidarxistina civînên gel kir. Civînên gel wê di demeke kurt de bi dawî bibin û piştre jî pêvajoya konferans û kongreyan destpê bike. Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Elîf Bûlût pêvajoya civînên gel ji ANF'ê re nirxand.
Bûlût bi bîr xist ku beriya civînên gel destpê bike, nirxandinek hate kirin û piştre jî pêvajoya kombûnên gel pêk hat, pêvajo hîn jî dewam dike û got, "Civînên me yên gel biryareke me bû ku piştî hilbijartinê hate dayin. Lê belê heta ku em xwe bigihînin gel neçar man ku ji çend qonaxan derbas bibin. Destpêkê di nava meclîsa partiyê, hevserokên bajaran, rêveberên bajar û navçeyan, li nava sazî û pêkhateyên xwe me destpêkê nirxandin kirin. Bêguman di vê demê de em bi gel re xebitîn. Me hemû rexne, pêşniyar û bendewarî dibihîstin. Piştî vê qonaxê em derbasî pêvajoya civînên gel bûn."
EM TEVGEREKE GEL IN KU BENDEWARIYÊN XWE GELEKÎ MEZIN E
Elîf Bûlût anî ziman ku di van civînan de ne tenê hilbijartin hate nirxandin û got, "Di van civînan de em ne tenê nirxandina hilbijartinê dikin, bêguman em polîtîkayên xwe yên partiyê jî dinirxînin. Divê siyaseta HDP'ê û Partiya Çepên Kesk çi be, em li ser vê diaxivin. Bêguman rexneyên gelekî cidî jî têne kirin ji aliyê gel ve. Li ser polîtîkaya bi salan, yanî li ser polîtîkaya partiyê rexneyan dikin. Divê bê destnîşankirin ku ev rexne ne li hemberî paradîgmayê ye, lê belê li hemberî şêweyê rêveberiyê ye. Ji ber ku em tevgereke gel in ku bendewariyên xwe gelekî mezin e. Dema ku bendewarî mezin be, dema ku bersiv ji bendewariyê re neyê dayin, hingî asta hejandinê jî gelekî mezin e.
Di encama van nirxandinan de gel dixwaze bigihêje cihekî. Bêguman bendewariya gel nîne ku ji nişka ve bi carekê her tişt çareser bibe û li gorî dilê her kesî be. Lê belê dixwaze careke din bi hêvî be, piştrast be û fêhm bike bê pêvajoya dema bê bi çi rengî be. Bi rengekî xwezayî li bendê ye ku tevlî nava mekanîzmayê bibin, nêrîna wan bê wergirtin."
RÛBIRÛBÛN PÊK TÊ
Bûlût diyar kir ku piştî vê pêvajoyê wê bi konferans û kongreyan dewam bike, heta hilbijartinên xwecihî wê karekî bi vî rengî bê meşandin û got, "Civîn li ber qedandinê ne, wê di nava çend rojan de biqedin. Bêguman piştî ev qediya, ji bo em rêbaza xwe ya rêxistinî, siyasî diyarkirina namzetan nû bikin, binirxînin û bibin tevgereke ku bersivê bidin pêvajoya bê, gel ji me pêngavekê hêvî dike. Em ê jî di nava du hefteyên destpêkê yên meha Tebaxê de du komxebatan lidar bixin. Piştre jî konferansên me wê destpê bikin. Pêşniyarên li vê derê hatine kirin wê hemû bi delegeyên konferansê re bêne nîqaşkirin û biryar li ser bêne dayin. Di vê pêvajoyê de li ser şêweyê vê biryarbûnê û mezinkirina mekanîzmayan, wê baweriyek nû bibe. Civînên gel di heman demê de rûbirûbûn e. Hem gel tiştên ku şaş zanin bi rastiya wê hîn dibe, hem jî em kêmasiyên xwe careke din dibînin û nîqaş dikin. Ji bo herdu aliyan hem ji bo rêveberên me hem jî ji bo girseya me kombûna li hev dibe hevdîtineke baş."
HERÎ ZÊDE HILBIJARTINÊN XWECIHÎ TÊNE MERAQKIRIN
Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Bûlût diyar kir ku di civînên gel de mijara herî zêde tê meraqkirin rê û rêbazên di hilbijartinên xwecihî de ye û destnîşan kir ku navê Partiya Çepên Kesk wê bê guhertin. Bûlût got, "Tişta herî zêde gel meraq dike, rê û rêbaza me ya tevlîbûna li hilbijartinên xwecihî ye. Rêbaza me ya hilbijartinê wê çawa be? Em ê bi rêbazeke çawa namzetan diyar bikin? Em ê namzetan nîşan bidin? Di dema karên hilbijartinên xwecihî de wê meseleya namzetan ji gel bê pirsîn? Beriya niha, beriya hilbijartinên xwecihî yên 2019'an me karekî fîzîbîlîte kiribûn. Li gelek navçeyan, taxan an jî saziyên xwe me civîn lidar xistibûn û li gorî encamê jî tercîh kiribûn ku li hin deveran namzetan nîşan nedin. Pêwîstî bi vê rêbazê heye ku em bi bendewariyan zanibin û li gorî vê yekê biryarê bidin.
Her wiha ji ber ku pêvajoya girtina HDP'ê dewam dikir me biryar dabûn ku bi Partiya Çepên Kesk tevlî hilbijartinê bibin. Ji ber ku ew dewam dike, ji aliyê teknîkî ve zehmet e ku em HDP'ê bibin kongreyê û bi HDP'ê dewam bikin. Ji ber ku di her kêliyê de dikare bê girtin, biryara girtinê jî bi desthilatdariyê ve girêdayî ye. Partiya Çepên Kesk jî partiyeke ku xwedî têrkeriya tevlîbûna li hilbijartinê ye, lê belê ne hêsan e ku bi du partiyên cuda dewam bike û piştre jî wan bike yek. Em ê HDP'ê negirin, ji xwe di rêziknameya Partiya Çepên Kesk de tiştên gelekî dijber nîne, bêguman rêziknameyên me dişibin hev. Lê belê bi rêziknameyeke ku fikrê HDP'ê nîşan dide û bi navekî ku fikrê HDP'ê nîşan dide wê nûbûn çêbibe. Ji ber ku di hilbijartinên giştî de hebûna du partiyan serê mirovan gelekî tevlîhev kir. Hem hebûna herdu navan, hem jî helwesta me ku me got deng hem bide Kiliçdaroglû hem jî bide Partiya Çepên Kesk, serê girseyê tevlîhev kir. Li gelek deverên Kurdistanê peyva Çep bi xwe serê mirovan tevlîhev kir. Ew tevlîhevî li hin deveran bû sedem ku em wekîlan ji dest bidin. Lewma gel jî dixwaze partiyek bi tenê, navekî bi tenê, rêveberiyeke navendî ya bi tenê bibîne."