Bal hat kişandin ser rewşa 6 girtiyên nexweş
Di çalakiyên Stenbol û Enqereyê de bal kişandin ser rewşa 6 girtiyên nexweşên giran û hat xwestin demildest bên berdan.
Di çalakiyên Stenbol û Enqereyê de bal kişandin ser rewşa 6 girtiyên nexweşên giran û hat xwestin demildest bên berdan.
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 464’emîn de li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin. Endama ÎHD’ê Sevîl Turgut metna daxuyaniyê xwend.
Turgut da zanîn ku gelek nexweşî bi girtiyên nexweş re hene û gelek girtî bi penceşêrê re rûbirû ne û tevî vê yekê jî nayên berdan û berdana wan tê astengkirin. Turgut diyar kir ku ji ber girtiyên nexweş nayên tedawîkirin, nayên berdan û cezayên wan nayên taloqkirin li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin.
Turgut bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kirşehîrê ya Tîpa S’yê û got Şukru Baytar, Mahmud Dervîş, Ebûbekîr Yulu, Cemîl Îvrendî û Ramazan Bayram ku li girtîgehê girtî ne rewşa wan ber bi nebaşiyê ve diçe. Turgut diyar kir ku li her girtiyekî gelek nexweşîn peyda bûne û nikarin bi tena serê xwe bijîn. Turgut da zanîn ku divê protez li lingê Mahmud Dervîş bê xistin û ji ber îşkenceya lê hatiye kirin nikare tiliyên xwe bilevitîne. Turgut got Ebûbekîr Yulu jî nikare bi rê ve biçe û û Cemîl Îvrendî û Ramazan Bayram jî nexweş in û xwest van girtiyên nexweş demildest bên berdan.
STENBOL
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê 592’yemîn çalakiya xwe ya “Rûniştina F” ku her hefte li dar dixin li ber avahiya komeleya xwe pêk anî. Di rûniştina vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Abdûlkadîr Kûday ê li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê tê ragirtin. Di çalakiya ku pankartên “Tedawî maf e nikare bê astengkirin” û “Bila girtiyê nexweş Abdûlkadîr Kûday demildest bê berdan” de dirûşmeyên “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” û “Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn” hatin berzkirin. Gelek parazvanên mafên mirovan piştgiriya çalakiyê kirin.
Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Meryem Bars ku daxuyanî xwend, da zanîn ku gelek nexweşiyên Kûday hene û qala nexweşiyên Kûday pê ketine kir. Bars, destnîşan kir ku girtiyê nexweşê giran Kûday divê demildest bê berdan. Bars, agahiyên ku malbat û parêzerên Kûday ji wan re parvekirin vegot û anî ziman ku Kûday sewqî nexweşxaneyê nehatiye kirin û sewqkirina wî ya nexweşxaneyê gelekî dom dirêje.
Bars, diyar kir ku berdana Kûday hate astengkirin û wiha berdewam kir: “Bûye 45 kîlo û tenê dikare mamayan bixwe. Ji ber vê yekê di 18’ê tîrmehê de dîsa ji bo taloqkirina înfaza wî serlêdan hatiye kirin lê ji serlêdanê re hêj tu bersiv nehatine dayîn. Malbata Kûday ê jiyana wî di bin xetereyê de ye ji bo Kûday tedawî bibe û lê binêrin dixwaze biryara taloqkirina înfaza wî bê dayîn û ji ber vê yekê daxwaza alîkariyê dike.”