Karkerên DEDAŞ'ê: Têkoşîna me wê heta dawiyê dewam bike

Karkerên DEDAŞ'ê ragihand ku ew bi neheqî ji kar hatine derxistin û ji ber ku bi mûçeyekî kêmî sînorê birçîbûnê dihatin xebitandin ketin grevê. Her wiha destnîşan kirin ku wê heta dawiyê têkoşîna xwe dewam bikin.

Polîtîkayên şer ên dewleta Tirk dibin sedem ku krîza aboriyê giran bibe, karsaz bi mûçeyên kêm karkeran bixebitînin an jî ji kar derxînin. Karkerên Şîrketa Anonîm a Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) l-li 6 bajaran ketin grevê û xwestin mûçeyê wan ê di asta sînorê birçîbûnê de ye bê zêdekirin. Karkerên ku li Amedê ketin grevê, diyar kirin ku heta mafên xwe bi dest bixin wê çalakiya xwe dewam bikin.

Karker li pêşiya navenda DEDAŞ'ê bi rojan e çalakiya xwe dewam dikin. Lê belê karkerên ku piştgiriyê didin vê berxwedana karkeran ji kar hatin derxistin. Hevserokê Şaxê Hejmara 2'an a Genel Îş a DÎSK'ê Becet Barût li ser berxwedanê ji ANF'ê re axivî.

BANG LI HIKUMETÊ HATE KIRIN KU DEST LI NEHEQIYAN WERDE

Becet Barût diyar kir ku karkerên DEDAŞ'ê nikarin bersiva li keda xwe werbigirin, lewma ew bi karkeran re ne û got, "Karker bi salan e daxwaza mafên xwe yên şexsî û sendîkayî dikin. Di bin sînorê birçîbûnê de debara xwe dikin, lewma jî dest bi grevê kirin. Di nava krîza aboriyê ya dewletê de em têkoşîna hebûnê dimeşînin. Nabe ku daxwazên hevalên me yên karker ji nedîtî ve bên. Em bang li hikumetê dikin ku vê neheqiyê tavilê bibîne û dest lê werde. Em soz didin ku li gel berxwedana hevalên xwe bin û heta çalakiya wan bi ser bikevin ji vê derê neçin."

JI BER KU PIŞTGIRÎ DAN GREVÊ JI KAR HATIN DERXISTIN

Ji karkeran Azad Kaya jî ragihand ku ew bi rengekî neheq ji kar hatin derxistin û got, "Ji ber ku roja Înê dest bi grevê kirin em ji kar hatin derxistin. Diviyabû keda bi salan ji nedîtî ve nehatibûna û hevalên me ji kar dernexistibûna. Daxwaza kesên li vê derê ew e ku hem bibin sendîkayî hem jî li hemberî krîza aboriyê neyên eciqandin. Heta ku em vê bi ser bixînin em ê çalakiya xwe dewam bikin. Bi xala 49'an em ji kar derxistin. Halbûkî armanca me ew bû ku daxwaza mafê xwe yê sendîkayî bikin. Tevî ku karê me gelekî giran bû, mûçeyê kêm didan me. Hevalên me yên karker hemû pirsgirêkên elektrîkê yên li herêmê çareser kirin. Dema ku karê xwe kirin jî ji ber elektrîkê hinekan jiyana xwe ji dest dan, hinek jî seqet man. Em ê vê bêhiqûqiyê qebûl nekin. Em ê têkoşîna xwe dewam bikin."

ŞÎRKET PIŞTGIRIYÊ JI HIKUMETÊ WERDIGIRE

Mazlûm Bariş jî ku ji Şirnexê tevlî berxwedanê dibe, anî ziman ku wê heta dawiyê çalakiya xwe dewam bikin, heta mafên xwe werbigirin wê dest ji çalakiyê bernedin û got, "Di 21'ê Tîrmehê de dawî li karên me anîn. Bêyî ku sedemeke mafdar nîşan bidin em ji kar avêtin. Em îro li vê derê ne ku mafê grevê ku mafekî me yê qanûnî ye bi kar bînin. Em ê vê têkoşîna xwe ya mafdar heta dawiyê dewam bikin. Eşkere ye ku şîrketa piştgiriyê ji hikumetê werdigire gelek hevalên me yên karker ji kar avêt. Lê belê em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Ji ber ku karker hêja ye. Yên ku her tiştî bedew dikin karker in, ew nebin tiştek nabe. Hilberîn nabe. Civak nabe. Lewma sîstema civakî wê bixitime. Lewma em hêvî dikin ku ji vê şaşitiyê vegerin û mafên me bidin."