Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş, malbatan careke din serî li rayedaran dan.
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş, malbatan careke din serî li rayedaran dan.
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.