Li Tirkiyeyê 2 hezar û 572 zarok girtî ne

Tirkiye ku bûye welatekî girtîgehan, êdî pesnê xwe bi hejmara zêde ya girtîgehan dide. Heta Tîrmeha 2023'an 2 hezar û 572 zarok li girtîgehên Tirkiyeyê girtî û hikumxwar bûn.

AKP ku 22 salên dawî li Tirkiyeyê desthilatdar e, di vê demê de pesnê xwe bi çêkirina girtîgehan da. Di vê pêvajoya desthilatdariyê de bi sedan girtîgehên nû çêkir, rêbazên nû yên tecrîdê li ser girtiyan ceriband. Tirkiye di dema desthilatdariya AKP'ê de bû welatekî welê ku herî zêde zarok lê girtî ne. Heta niha 2 hezar û 572 zarok li girtîgehên cuda girtî ne. Cihêkariya herî zêde ya li hemberî girtiyên zarok jî li ser girtiyên zarok ên siyasî tê kirin.

Ji Karên Girtiyên Zarok ên Komeleya Civaka Sivîl a li Sîstema Înfaza Ceza (CÎSST) Cansû Şekercî ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku li gorî daneyên Tîrmeha 2023'an 2 hezar û 572 zarok ji ber sûcên cuda li girtîgehan e. Di nava van de li gel sûcên dizî û birîndarkirinê, gelek zarok ji ber Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê girtî ne. Şekercî diyar kir ku têkildarî zarokên ji 0-6 salî û yên bi dayika xwe re girtî ne, serlêdanên li Midûriyeta Girtîgehan ji aliyê CÎSST ve hatine kirin, bêbersiv hatine hiştin. Şekercî anî ziman ku ew nizanin bê çend zarokên ji 0 heta 6 salî li girtîgehan hene.

Şekercî ragihand ku zarok bi giranî ji ber 'sûcên li dijî mal û milkan' girtî ne û got, zarokên ku bi demdirêjî girtî ne bi îdîayên kuştina mirovan, talan û rabûna li ber Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê hatine girtin.

Şekercî diyar kir ku zarok divê li girtîgehên bi taybetî ji bo zarokan hatine çêkirin bêne ragirtin, lê belê li Tirkiyeyê rewş bi vî rengî nîne û got, "Weke pîvan zarok li girtîgehên zarokan têne ragirtin. Eger li cihê têne ragirtin girtîgeha zarokan tune be hingî li girtîgeha mezinan li koxûşeke zarokan têne ragirtin heta ku ji girtîgeha zarokan a li cihê herî nêz re bêne şandin. Eger kapasîteya girtîgehên zarokan tijî be ev zarok li koxûşên zarokan ên li girtîgehên mezinan têne ragirtin."

Şekercî ragihand ku li gel hebûna girtîgehek zarokan a li nêz jî girtiyên zarok ên siyasî bi zanebûn ji girtîgehên dûr re têne veguhastin û bi taybetî bal kişand ser cihêkariya li girtiyên zarok ên keç.