Dayê Erzan li Şengalê hat bîranîn

TAJÊ, Jina Êzidî Dayê Erzan ku di nava Êzidiyan de bi Dayê Pîrê dihate naskirin û ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatibû qetilkirin, bi bîr anî.

Dayê Erzan ya ku di nava Civaka Êzidî de bi Dayê Pîrê di hate nasîn, beriya fermanê li mala xwe ya ser rêya navbera bajaroka Sinûnê û Komalgeha Digurê bi tena xwe dijiya. Dayê Pîrê jî di dema fermana 74’an de ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hate qetil kirin. Weke yek ji bûyerên fermanê, qetlkirina dayika bi tena serê xwe dijiya di nava dil û mejiyê gelê Êzidî de êşeke mezin da çêkirin. Qetilkirina Dayê Pîrê hemû hovîtiya çeteyan radixe berçavan.

Ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve li ber mala Dayê Pîrê her sal daxuyanî tê dayîn û di şexsê Dayê Pîrê de soza tolhildana hemû jinan tê dayîn.

Îsal jî bi heman armancê endamên TAJÊ li ber mala Dayê Pîrê li hev kom bûn û bi daxuyaniyekê ew bibîr anîn.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Endama Koordînasyona TAJÊ Rîham Hiço ve hate dayîn de, di serî de di şexsê Dayê Pîrê de hemû şehîdên fermanê yên canê xwe di oxira azadiya Şengalê de dane hatin bibîranîn û wiha hate gotin : “Em niha li cihê ku Dayê Erzan lê jiyan dikir sekinîne, ev dayîk ji bo hemû jinên Şengalê sembolek bû. Ji ber trajediya jiyan û zehmetiya çîroka wê ya jiyanê wê bi tena xwe li vir jiyan dikir. Dema çeteyan êrîşî ser Şengalê kir, bê cudahî bixe nava jin, zarok, pîr û ciwanan de hemû dan ber xwe û ew bi hovane qetilkirin. Qetilkirina van kesan hêrsa DAÎŞ’ê ya li hemberî civaka Êzidî derxistiye holê. Dayê Erzan bi cil û bergên xwe û çanda xweya Êzdîtiyê heya dawî jiyan kir, ji ber çanda wê ew bû hedefa çeteyan û hate qetilkirin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin : “Ji ber vê zilma li jina hatiye kirin, em wek TAJÊ heya dawî em ê di nava tekoşînê de bin û dest ji dijmin re danayînin. Heya dawî em ê li ser şopa van şehîdan bin û li wan xwedî derbikevin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin; “Ji qetilkirina bi hezaran kesên mîna Dayê Pîrê, ne tenê çeteyên DAÎŞ’ê, di heman demê de hêza ku berê li vir hebû û di dema fermanê de reviyan û bûn sedema vê karesata mezin jî berpirsin.”

Piştre bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bimre îxanet” û “Bijî berxwedaniya Şengalê” daxuyanî bi dawî bû.