Hunermend Kûrttekîn: Em li gel hemû êrîşan jî li ber xwe didin

Yilmaz Kûrttekîn ku ji sala 1988’an ve di navendên çandê yên Kurdan de dixebite diyar kir ku ew li gel hemû êrîşên qirkirinê yên dewletê jî li ber xwe didin.

Polîtîkayên asîmîlasyonê yên çandî yên dewleta Tirk li Kurdistanê li aliyekî bi amûrên dewletê, li aliyê din jî bi rêya fîrmayên taşeronan berdewam dike. Li bajarên Kurdistanê Amed, Wan, Colemêrg û Dêrsimê reklamên markayên mezin ên herêmî yên Tirk û navneteweyî kirin, lidarxistina konserên stranbêjên navdar ên Tirk û lidarxistina fûarên ku wê civakê têk bibin, ji destpêka polîtîkayên qirkirinê yên çandî tên.

Di bin navê ‘Cilo Fest’ de organîzekirina konserên ku markayên ‘Dosso Dosso’ û ‘Audî’ di nav de çend aktîvîteyên salên dawî ne. Di vê pêvajoya ku çanda Kurdî tune tê hesibandin û polîtîkayên paşxistina hesasiyeta civakê bilez zêde dibin, saziyên Kurd çawa li ber xwe didin? Ji bo van polîtîkayan çi dibêjin? Yilmaz Kûrttekîn ku ji sala 1988’an ve di saziyên çanda Kurd de dixebite, bersiva van pirsan da.

‘EM HEWL DIDIN ÇANDA KAPÎTALÎST TÊK BIBIN’

Kûrttekîn da zanîn ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên şerê qirêj ku 45 sal in li herêmê dewam dike, ne bi tenê tank, top û balafirên şer tê kirin û diyar kir ku çandeke cuda li Kurdan tê ferzkirin. Kûrttekîn der barê qirkirina çandî ya li ser Kurdan wiha got: “Ev hemû bi argumanên kapîtal tên kirin. Marqeya wesayita X li Amedê li ser Pira Deh Derî bikaranîna dîrokê dezenformasyonê çêdike, bi vê yekê re hem hewl dide çanda te tune bike hem jî hewl dide pergala kapîtal li ser te ferz bike. Em hunermend, xebatkarên çandê û gel çiqas dikarin li ber vê yekê bisekinin? Ya rast divê em li ser wan nîqaşan bikin. Divê em çi bikin? Ger em li ser wan bisekinin, dikarin biserkeftîtir bibin. Mixabin cîhan di vê wateyê de tê nûkirin. Bi vê nûbûnê re hemû çand bandor dibin. Ne tenê Kurd, rewşa gelek welatên Rojhilata Navîn wiha ye. Hewl tê dayîn çanda kapîtalîst li her derê belav bikin. Em bi xebatên xwe hewl didin vê yekê têk bibin.”

Kûrttekîn diyar kir ku demeke derbarê ronesanskirina herêmê de daxuyanî hatiye dayîn, lê ev yek şaş hatiye fêmkirin û pêkanîn û wiha berdewam kir: “Mixabin di wê demê de ev daxuyanî şaş hat fêmkirin. Divê em vê weke rexnedayînê qebûl bikin. Her kesî ew weke avakirina avahiyek, navendek çandî fêm kir. Helbet bila ev jî hebin, lê me çiqas karî hindirê van avahiyan tijî bikin? Me çiqas karî navendên çandî bi wate bikin? Divê em weke gel, sazî û kes vê yekê nîqaş bikin.”

Kûrttekîn anî ziman ku ew weke saziyên çanda Kurd li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê li ber xwe didin û wiha got: “Ez ji bo muzîka Kurdî bidim nasîn û parvekirin çûm 12, 13 welatan. Hûn dikarin li hemû dewletan kar bibînin. Lê em neçar in bi cewhera xwe bijîn. Rast e em carinan pir teng dimînin. Mînak em perwerdehiya hunerî didin ciwanek an jî zarokeke biçûk. Dîsa perwerdeya çand û ensturmanan didin. Lê fikarên civakî yên mirovan fêm nakin. Ev rehenda aborî ya pirsgirêkê ye. Me her tim vê taloq kiriye û nekiriye mijara nîqaşê jî. Herî kêm divê em vê yekê nîqaş bikin. Li aliyekê jî li gel van hemûyan jî li hemberî polîtîkayên qirkirinê yên çandî li ber xwe didin. Saziyên weke me her tim rûbirûyê êrîşên pergalê tên. Ger em di vê pêvajoyê de jî bikaribin wê derê vekin, wê demê em hene. Em hîna jî li ber xwe didin, ev der qada me ye, mala me ye. Ji ber ku navenda sereke ya hilberînê ye. Helbet em di hin deran de kêmasiyan dikin. Divê em van jî bi nîqaşkirin û dîtina rêya çareseriyê ji holê rakin.”

‘EM JI ROJAVA ÎLHAMÊ DIGIRIN’

Kûrttekîn diyar kir ku saziyên çandî yên li Bakurê Kurdistanê ji ber ku hem tim ji aliyê dewletê ve rûbirûyê gef, girtin û êrîşên cuda dimînin, gelek hevalên wan hatine sirgûnkirin, girtin an jî qetilkirin û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Ji sala 2012’an û vir ve rêveberên payebilind ên dewletê bi daxuyaniyan saziyên çandî kirin hedef. Ji ber vê yekê zext û êrîş zêde bûn. Ji ber vê gelek hevalên me sirgûnî derveyî welat hatin kirin. Dîsa hinek ketin girtîgehê. Li gel vê jî em hewl didin tiştekî bikin. Em dizanin ku pergal ne tenê bi dejenerasyona çandî hewl dide me tine bike. Ji ber vê saziyên li Rojava di aliyê xebatên çandî de pêş dikevin. Ji ber ku li wir şer û hilberîn bi hev re dimeşin. Lewma naverokên orjînal û bi kalîte derdikevin. Îlhamê dide saziyên li vir jî. Em jî di nav xwe de nîqaş dikin ku çima berhemên wekî yên Rojava çênakin û em ê bi vê yekê re bigihîn encamê.”