ROJEVA 30'Ê TÎRMEHA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her roj hîn bêhtir giran dibe û got, "Ji bo her kesî li her qadê divê rojeva herî girîng azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be."
- Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê bi wesîleya bidawîbûna Rojiya Mûharremê daxuyaniyek da û bang li Elewiyan hemûyan kir ku li dijî zilmê bi sekna Huseyînî cihê xwe di nava têkoşîna demokrasiyê de bigirin.
- Ji rêveberên HDP'ê Elîf Bûlût diyar kir ku HDP û Partiya Çepên Kesk piştî civînên gel wê Tebaxê dest bi pêvajoya komxebat û konferansan bike.
- Karkerên DEDAŞ'ê ragihand ku ew bi neheqî ji kar hatine derxistin û ji ber ku bi mûçeyekî kêmî sînorê birçîbûnê dihatin xebitandin ketin grevê. Her wiha destnîşan kirin ku wê heta dawiyê têkoşîna xwe dewam bikin.
- Di ser komkujiya Qelqeliyê re 80 sal derbas bûn ku 33 gundî bi gulereşandinê hatin qetilkirin. Neviyên qurbaniyan diya rkirin ku dewlet li şûna ku ji ber komkujiyê lêborînê bixwaze, Mûstafa Mûglali yê ku komkujî da kirin, xelat kir.