Ereb ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meşiyan

Bi pêşengiya Meclîsa Gel a Herêmên Ereb ên li Şengalê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin.

Gelê Ereb ên li Şengalê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh êvarê meşeke girseyî li dar xist. Di meşa bi pêşengiya Meclîsa Gel de bi sedan kes beşdar bûn.

Meşa ku bi dirûşmeya “Em ê bi pergala neteweya demokratîk tecrîda li Îmraliyê bişkînin” ji gundê Xelef destpê kir heta gundê Barê berdewam kir. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin.

Li gundê Barê daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li ser navê welatiyên Ereb ên li Şengalê dijîn, em tecrîda li ser Rêber Ocalan şermezar dikin. Ev neheqiya li ser Rêber Ocalan li gorî hiqûqa navneteweyî sûc e. Divê em azadiya Rêber Ocalan misoger bikin. Çawa Rêber Apo dibêje ‘Cîhan baxçeyê gulaya, ev baxçe  tenê bi gulekê geş nabe’  ew wê peyamê dide ku ger ne bi pêkvejiyana hemû gelan be cîhan geş nabe.”