Berdana girtî Îldem piştî 30 salan bi kêfî hate taloqkirin
Ramazan Îldem ku 30 sal in li girtîgehên dewleta Tirk dîlgirtî ye, bi rengekî kêfî nayê berdan. Berdana Îldem ji bo sê mehan hate taloqkirin.
Ramazan Îldem ku 30 sal in li girtîgehên dewleta Tirk dîlgirtî ye, bi rengekî kêfî nayê berdan. Berdana Îldem ji bo sê mehan hate taloqkirin.
Ramazan Îldem li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di Tîrmeha 1993'an de ku 22 salî bû hate girtin. Ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê ya li Amedê (DGM) ku bi bêhiqûqiyê dihate naskirin, bi îdîaya 'Xerakirina yekîtî û yekparebûna dewletê' cezayê muebbetê lê hate birîn.
Di nava 30 salên dîlgirtî de Îldem li 8 girtîgehan hate sirgûnkirin û herî dawî li Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa T a Bafrayê diviyabû 4'ê Tîrmehê bihata berdan.
Lê belê Desteya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê têkildarî Îldem de bi gotina 'rewşa xwe baş nîne' fikrekî kêfî hate ragihandin. Bi vî fikrî û nêrînê berdana Îldem ji bo 3 mehên din hate taloqkirin.
Dayika Îldem Halîme Îldem a 75 salî diyar kir ku kurê wê ji ber karên xwe yên siyasî beriya 30 salan ji ber ku kesekî navê wî da, hate girtin.
Halîme Îldem got, "Dîsa jî em poşman nînin. Tiştek nabe. 30 sal li girtîgehê qediya." Îldem anî ziman ku piştî 30 salan ew li bendê bûn kurê wê bihata malê, wan amadekariya pêşwazîkirinê kirin lê belê bi telefonekê ji wan re hate ragihandin ku 3 mehên din ceza lê hatie birîn.
Ramazan Îldem jî destnîşan kir ku çi dibe bila bibe ew ê ji têkoşîna xwe venegere û got, "Çi dibe bila bibe ez poşman nînim. Ji ber ku neheqî tê kirin. Dijmin e, dest ji te bernade."
Dayik Îldem jî got ew beriya her tiştî dixwaze kurê wê xwedî li doz, karê xwe û zimanê xwe derkeve û got, "Ez di wê baweriyê de me ku ew jî û hevalên wî jî li ser rêya bi şeref dimeşin. Em jî vê dixwazin. Ji vê baştir tiştek nîne."