KNK: Divê Neteweyên Yekbûyî Xweseriya Êzidxanê qebûl bike

KNK'ê ji bo çareseriyeke mayinde û demdirêj bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku li gel hikumeta Iraqê, meclîsa gel û meclîsa jinan a Şengalê bixebite ku Êzidxanê weke herêmeke xweser li nava qanûnên Iraqê û navneteweyî bi cih bike.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji ber salvegera 9'an a fermana 3'ê Tebaxa 2014'an a li Şengalê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ku bi sernavê "Jenosîd û femîsîda li ser Êzidxanê: Li gel danezana jenosîdê pêdivî bi encamên yasayî heye" hate weşandin, destpêkê hate gotin, "Em Kurd di salvegera 100’an a peymana Lozanê de, bi birîn, bê edaletî û komkujiyan re mijul in. Di heyameke pir nêz de, beriya 9 salan komkujiyek din li Kurdistanê rû da. 3’ê Tebaxa 2014’an, gelê me yê Êzidî li Şengalê rû bi rûyê êrişek dijwar a terorîstên DAIŞ’ê hat. Di cih de xweya bû ku dewleta Tirk piştevaniya teroristên DAIŞ’ê dike."

KNK'ê diyar kir ku DAIŞ'ê li dijî jinan rêbazên şer ên taybet bi kar anî, bi ser jinan re civak bi giştî kir armanca êrişên xwe yên qirêj û bi vî awayî di nava jenosîdê de femînîsîd jî bi awayekî sîstematîk pêk anî. 

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Li gorî agahiyên saziya sîwan ya tevgera jinên Êzidî TAJÊ heya niha hê jî 3000 jin winda ne. Bi deh hezaran jî hîn di bin trawmaya erişên 3’ê Tebaxê de ne. 

KNK bi boneya 9. salvegera qirkirina li dijî gelê me yê Êzidî, wan hezên biryara jenosîdê dan şermezar dike û wekî her tim ji bo birînên Şengalê bên dermankirin wê têkoşîna xwedî derketina li mafên rewa yên Êzidiyan dewam bike."

KNK'ê bi bîr xist ku nêzî 12 dewletan sûcê li dijî Êzidiyan weke jenosîd/qirkirin nas kirine û got, "Qebûlkirineke wiha hem pêngaveke girîng e, hem jî nîşan û belgeyeke girîng a siyasî ye. Lê belê naskirina siyasî ya jenosîdê bêyî encamên yasayî, wate bêyî darizandina berpirsan - bikeran têrê nake. Nebûna encamên yasayî/qanûnî tenê sûcdaran teşwîq dike – han dide ku van cûre jenosîdan dubare bikin."

Di dewama daxuyaniya KNK'ê de wiha hate gotin:

"Piştî ku DAIŞ ji aliyê gerîlayên HPG-YJA Star û YPG-YPJ’ê ve hate têkbirin, rejîma Tirk dixwaze bi rêbazên cuda tola xwe ji Êzdîxanê hilîne. Roj bi roj artêşa Tirk bi balafirên drone û balafirên şer êrişî nexweşxane, dibistan û bi taybetî jî hezên parastina Êzidîxanê YBŞ-YJŞ’ê dike. Armanca wan êrişan zelal e: Dewleta Tirk dixwaze Ezidîxanê ji Êzidiyan vala bike û yek Êzidî lê nehêle. Armanc stratejiya dewleta Tirk ew e ku Şengalê wekî erdnîgariya berê ya Osmaniyan dagir bike, Tirkbûyinê li wir bi pêş bixe. Heman stratejî sala 2018’an li Efrîn û 2019’an li Serêkaniyê û Girê Sipî dest pê kiribû û niha jî erdnîgariya Kurdistanê ji kurdan ‘paqij’ dike, Tirkbûyînê bi pêş dixe. 

Gelê me yê Êzidî di bin zilm û zordariya sed salan de, heya niha çand û nasnameya bingehîn a Kurdîniya resen parastin e. Dewleta Tirk bi erişên li ser Şengalê bi zelalî peyama qelandina koka kurdan dide me hemûyan. Ji ber vê jî şerê li dijî Êzidiyan şerê li dijî tevahî kurdan e. Lewma pêwîste hemû hêzên siyasî û civakî yên kurd û Kurdistanî wisa û bi vê ramanê nêzîk bibin û xwedî li Êzidîxanê derkevin. Êzidî kurdên ne Misilman in. Lê li heremeke ku di bin navê ol/dîn de şer pêk tê û li hember xeteriyeke mezin de ne. 

Ji bo ku êdî fermanên din bi serê gelê me yê Êzidî de neyên, pêwiste di serî de êrişên dewleta Tirk bêne rawestandin. Ji bo vê jî daxwaza me ya yekem û herî lezgîn ev e, Neteweyên Yekbûyî (NY) û hikûmeta Iraqê bi hevre qada hewayî li balafir û dronên dewleta Tirk bigirin. 

Her wiha em bang dikin ku peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera hikûmeta Iraqê, desthilata herêma Kurdistan - başûr û dewleta Tirk de hatiye mohrkirin bê betalkirin. Ji ber armanca vê peymanê çolkirina Êzidîxanê ye; ji derveyî vîyan û beşdariya Êzidiyan pêk hatiye. 

Ji bo ku edî komkûjî li ser Êzidiyan pêk neyê, pêwistî bi çareseriya demdirêj heye. Ji bo vê jî em bang li UN’ê dikin ku li gel Hikûmeta Iraqê û nûnerên siyasî û civakî yên Êzidî yên wekî meclîsa gel û meclîsa jinan ya Şengalê bixebitin. Da ku Êzidîxan wekî herêmeke xweser di çerçova yasayên Iraqê û navneteweyî de bicih bikin."