Jinên Tolhildêr li dijî tecrîd û êrîşan gelek çalakî kirin
Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr ragihand ku li Konya, Aydin, Antalya û Stenbolê li dijî êrîşên dagirkeriyê û tecrîdê gelek çalakî kirine.
Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr ragihand ku li Konya, Aydin, Antalya û Stenbolê li dijî êrîşên dagirkeriyê û tecrîdê gelek çalakî kirine.
Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr di daxuyaniya nivîskî ya dayî de, ragihand ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li gelek bajaran çalakî li dar xistine.
Di daxuyaniyê de çalakî wiha hatin rêzkirin:
“29’ê Tîrmehê li navçeya Selçûklû ya Konyayê yekîneyên me febrîqeyeke boyaxê ya aîdê faşîstê b navê S.A ê MHP’yî dan ber agir û febrîqeyê zirarek mezin dît.
27’ê Tîrmehê li taxa Akçakaya ya navçeya Soke ya Aydinê yekîneyên me li sê nuqteyên cuda xetên gaza xwezayî yên li cadeyên sereke dan ber agir.
30’ê Tîrmehê li navçeya Manavgat a Antalyayê yekîneyên me depoyeke nalbûrê ya aîdê faşîstan û 3 wesayît dan ber agir.
30’ê Tîrmehê li taxa Yeşîlkent a Stenbolê ji bo protestokirina tecrîdê û şewatên li Cûdiyê nivîs li ser dîwaran hatin nivîsîn.”