Malbata Dedeogûllari hate bîranîn

Ferdên malbata Dedeogûllari ku li Konyayê di êrîşa nijadperestiyê de hatin qetilkirin, di salvegera duyemîn a komkujiyê de hatin bîranîn.

Di 30'yê tîrmeha 2021'an de li navçeya Meramê ya Konyayê li dijî ferdên malbata Dedeogûllair êrişek nijadperest pêk hat. Îro salvegera duyemîn a vê êrişa nijdaprest e ku qetlîam pêk hatibû. 7 ferdên vê malbata kurd li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Ferde malbatê ku bi tenê sax maye Çetîn Dedeogûllari, xizmên malbatê, parlamenterên Partiya Çepên Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan, rêveberiya partiyê, parêzerên endamên Komeleya Hiqûnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek kes tev li bernameya bîranînê bûn.

Piştî bîranîna li ser goran beşdarên bîranînê çûn ber xaniyê malbatê daxuyanî dan.

Parêzerê dozê Abdurahman Karabulut got tevî ku du sal bi ser qetlîamê re derbas bûne jî edalet pêk nehatiye û kesên qetlîam pêk anîne ji aliyê darazê ve hatine parastin. Karabulut anî ziman ku kujerên ku îfade dane jî xwe wek ulkucu pênase kirine û gotinên wan, “jixwe em ulkucu ne, em ê nehêlin kurd li vir bijîn” bi bîr xist.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Alî Bozan jî destnîşan kir ku hebûna kurdan sedsal e tê înkarkirin û wiha axivî: “Wisa zehmet e ku meriv nikare li ser vê hovîtiyê biaxive jî. Du sal berê li vî xaniyî malbata Dedeogûllari hat qetilkirin. Niha em ji ser gora qurbaniyan tên, 7 gorên ku dilê meriv diêşîne li kêleka hev in. Ew ji ber ku kurd bûn hatin qetilkirin. Bi salan e kurd tên kuştin. Sedema qetilkirina kurdan ew e ku li ser vê axê sed sal in polîtîkaya înkarê li ser wan pêk tê.”