Hejmara Tîrmehê ya rojnameya Serxwebûnê hate weşandin

Hejmara 499'an a rojnameya Serxwebûnê bi sernavê "Ruhê berxwedanê yê 14'ê Tîrmehê Lozanê parçe dike" hate weşandin.

Hejmara Tîrmehê ya rojnameya Serxwebûnê ku cihekî berfireh da Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê ya li Zindana Amedê û Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê bi sernavê "Ruhê berxwedanê yê 14'ê Tîrmehê Lozanê parçe dike" hate weşandin.

Li gel nameya ji berxwedêrên zindana Amedê Mehmet Hayrî Dûrmûş ku 25'ê Mijdara 1980'î ji malbata xwe re nivîsî bû, nirxandinên Cemîl Bayik, Dûran Kalkan, Sabrî Ok, Aldar Xelîl, Çîgdem Dogû û Cemal Şerîk ên li ser mijarên cuda hatin weşandin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di gotara xwe de ya bi sernavê "Armanca dewleta Tirk Rojava û Kurd e" nirxandineke bi vî rengî kir, "Hevdîtinên Tirkiye-Sûriyeyê li ser polîtîkaya Rûsyayê kete rojevê. Polîtîkayên dewleta Tirk hemû li ser dijberiya li Kurdan û qirkirina Kurdan tê meşandin. Bêguman dewlet jî li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin û têkiliyê bi hev re datînin. Lewma li gel ewqas karên dijber jî dewletên Tirkiye û Sûriye li ser hin mijaran dikarin li hev bikin. Tevî ku dewleta Tirk ragrihand ku planeke xwe ya derketina ji qadên dagirkirî nîne, eşkere ye ku vê yekê dikare di berdêla tasfiyekirina Şoreşa Rojava de bike mijara bazarê. Ji ber ku armanca esasî ya dewleta Tirk Rojava û Kurd e."

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl jî bi sernavê "Şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an berhema Şoreşa 14'ê Tîrmeha 1982'an e" gotarek nivîsî û destnîşan kir ku heta têkoşîna demokmrasî û azadiyê neyê meşandin desthilatdarî û rejîm nikarin bêne guhertin.

Komîteya Rêveber a PKK'ê jî bi wesîleya salvegera pêngavên şoreşgerî û berxwedanên şoreşgerî yên mezin ên 14'ê Tîrmehê, 30'ê Tîrmehê û 19'ê Tîrmehê daxuyanî weşand.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok bi sernavê "Her qada kar divê çepereke gerîla be" şerê gel ê şoreşgerî nirxand.

Di hejmara nû ya rojnameyê de endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bi sernavê "Modernîteya demokratîk û sosyalîzm" gotarek nivîsî.

Dûran Kalkan di gotareke xwe ya din de jî bal kişand ser girîngiya têkoşîna îdeolojîk û guhertina îdeolojîk a li nava sîstema dewleta Tirk.

Rojnameya Serxwebûnê di hejmara xwe ya dawî de cih da nivîsên bîranînê yên Şehîd Ekîn Reşît, Cemal Şerîk û Çîgdem Dogû.

Rojnameya Serxwebûnê li ser malpera serxwebun.org dikare bê peydakirin.