Gerîlayê HPG’ê Kahraman Karataş hat bibîranîn

Gerîlayê HPG’ê Kahraman Karataş ê li Bestayê şehîd bibû, li Umraniyeyê hat bibîranîn.

Ji bo gerîlayê HPG’ê Kahraman Karataş (Bengîn Barman) ê 4’ê Tîrmeha 2013’an li herêma Besta ya Şirnexê şehîd bibû, li navçeya Umraniye ya Stenbolê çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Xizmên Karataş, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê bi Malbatên Xizmên Windayan ê Anadolûyê (ANKAYDER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER), endamên û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek kes tev li bîranînê bûn.

Bîranîn bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir û dua hatin xwendin. Piştre sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Karataş hat nîşandan û helbesta “Çiya û Ax” hate xwendin.