Dikandarên Îdirê biryara xerakirinê protesto kir

Qeyûmê li ser Şaredariya Îdirê, biryara xerakirina sûka binê erdê ya bajêr da. Dikandaran biryar protesto kir.

Dikandarên sûkê li navenda bajêr li hev civiyan û biryara xerakirinê qeyûm protesto kir û xwest ku dev ji xerakirinê bê berdan.

Serokê sûkê Tûran Tabarû ku di çalakiyê de axivî, got: ‘’Em bi salan e bi bazirganiyê re mijûl in. Ji ber pirsgirêka aboriyê, buhabûna tiştan û betaliyê, rewşa welêt diyar e.’’

Tabarû bi dewamdarî wiha axivî: ‘’Kargehên me ku di van şertan de ji me bên standin, em ê bikevin tengasiyekê ku nekarin ji bin rabibin.

Tabarû da xuyakirin ku hemû dikandarên li sûkê ji bankeyan re deyndar in û wiha got: ‘’Sedema van deynan lêçûn e ku li van kargehan hatiye kirin û alav û amûr in ku hatine kirîn. Dikan ji me bên standin em ê mexdûr bibin. Em nikarin li dereke din jî tu kargehekê vebikin.’’

Tabarû wiha dawî li axavtina xwe anî: ‘’Buhayê ji bo kargehên me hatiye diyarkirin, pir kêm e. Me ji kargehên me bêpar bihêlin, ne ji xêra civakê re ye û ne hiqûqî ye. Daxwaza me ew e ku dev ji xerakirina sûkê bê berdan. Em bi kargehan debara xwe dikin. Qebûl nakin ku ji me bên standin.’’