Meclîsa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk ji bo serdema nû li Enqereyê civiya. Meclîsa Ciwanan beriya civînê destpêkirina pêngavê ragihand. Endama Meclîsa Ciwanan Senem Erîş daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em di serdemeke wisa de dijîn ku di encama polîtîkayên desthilatdariyê de xweza tê talankirin, îradeya gel û ciwanan ji aliyê qeyûman ve tê desteserkirin, êrîşên li ser jinan û destkeftiyên jinan roj bi roj zêde dibin, keda kedkaran tê îstismarkirin, binpêkirina mafan zêde dibe û şer kûrtir dibe."
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
"Ev hemû polîtîkayên ku desthilatdarî dimeşîne, polîtîkayên dij gel in. Polîtîkaya herî mezin a li dijî gel a ku desthilatdariyê dimeşîne, polîtîkaya şer e. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ji sala 2015’an û vir ve li dervî welat û li hundir li dijî gelê Kurd di nava şerekî bênavber de ye. Di bingeha krîzên pirjimar ên îroyîn de şerê li dijî gelê Kurd e. Di esasê polîtîkaya şer de jî politikaya tecrîdê ya bênavber a li Îmraliyê didome heye. Tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şer bi xwe re tîne, şer xizanî û feqîriyê tîne. Ji ber vê yekê ya ku li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê ragirtin gelê Tirkiyeyê ye ne Abdullah Ocalan e. Hewl tê dayîn tevahî civaka Tirkiyeyê li Îmraliyê bênefes bên hiştin. Em careke din diyar dikin ku em vê polîtîkaya tecrîdê ya di şexsê Rêberê Gelê Kurd de li ser hemû gelên Rojhilata Navîn tê meşandin qebûl nakin û ji bo azadiya gelan em ê rêxistinbûna xwe berfireh bikin û tecrîdê bişkînin.”
POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET
Desthilatdariya AKP-MHP'ê dema ku dixwaze civakê bi çewisandinê bitepisîne, bi polîtîkayên şerê taybet hewl dide ciwanan ji rola wan a dîrokî dûr bixe. Îro şerê taybet ê li dijî ciwanan bi awayekî kûr, tund û sîstematîk tê meşandin. Di serî de ciwanên Kurd, bi rêya spor, huner, rêzefîlmên TV’an, nûçe û hwd. bîrdoziya xwe di nava ciwanên Tirkiyeyê de belav dike. Di nava 10-15 salên dawî de gelemperî li ser rêzefîlmên ku polîs, leşker, mafya û malbatên netewe-dewletê pîroz nîşan didin diweşîne. Hewl didin qehremantiyên sexte, dagirkerî, talankerî û hwd. li ber ciwanan şirîn bikin. Bi van rêbazan dixwazin ciwanan bikin xulamên vê pergalê. Aliyê herî xetere yê şerê taybet jî belavkirina tiryak û fihûşê ye. Ji bo ku mejiyê ciwanan tevlihev bikin û ji polîtîkayê dûr bixin, bi zanebûn belav dikin. Tacîz û tecawizên li dijî jinên ciwan jî bi destê kesên biunîforma tên kirin. Bûyerên Gulistan Doku û Îpek Er, delîla herî şênber a polîtîkaya dewletê ya li Kurdistanê ye. Weke ciwanan em ê li dijî vê bêdeng nemînin. Em ê li dijî kesên di nava gelê me de tiryak û fihûşê belav dikin bisekinin.
'EM Ê VÊ PERGALÊ BIGUHERÎNIN'
Em ê mîrasa têkoşîna azadiyê ya ku me ji hevrêyên xwe Hakî, Kemal, Mazlûm û Îbrahîman dewr girtî hêj mezintir bikin û vê pergala reştarî ji holê rakin. Em ê vê pergalê biguherînin. Li vir radigihînin ku li dijî her cureyên şerê taybet em kampanyaya ‘Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet’ didin destpêkirin. Dê meclêsa me xebatên xwe yên serdema nû di çarçoveya vê kampanyayê de bimeşîne. Em ê têkoşîna xwe di vê serdemê de hêj mezintir bikin. Weke meclîsa ciwanan em ê li gel hevrêyên xwe yên çep, sosyalîst û şoreşger têkoşîna xwe mezintir bikin. Heta ku em tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan ji holê radikin jî dê berxwedana xwe bidomînin. Em ê li dijî tiryak, zîhniyeta nêrza, talankirina ekolojiyê, pişaftina çandî û her cureyên bîrdoziya ciwanan ji eslê xwe dûr dixînin bisekinin. Di vê çarçoveyê de banga me ji bo hemû ciwanan ew e ku di çarçoveya kampanyaya me de li dijî şerê taybet, berxwedanê mezintir bikin, xwe bêhtir birêxistin bikin û tev li têkoşînê bibin.”