HDP: Daxwaznameya Diyanetê cihê şermê ye

Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP'ê têkildarî daxwaznameya Diyanetê ya ji bo tevlîbûna li Doza Kobanê got, "cihê şermê ye."

Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP'ê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku daxwaznameya Diyanetê ya ji bo tevlîbûna li Doza Kûmpasê ya Kobanê cihê şermê ye.

Komîsyonê got, "Serokatiya Karên Diyanetê ku beriya niha bi hinceta 'zerar li navendên baweriyê bûye' tevlî dozê bû, bi daxwaznameya xwe ya li ser nêrîna dawî ya têkildarî dozê re nêta xwe ya rastî û dijminatiya xwe nîşan daye."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Diyanet hewl dide bandorê li pêvajoya darizandinê bike.

Komîsyonê got, "AKP a ku hewl dide olê tevlî siyaset bike, wê tevî şûrekaya xwe hesab bide."