Êrîşa li dijî Dayikên Şemiyê li gelek bajaran hate protestokirin
Polîsan li Qada Galatasarayê êrîşî çalakiya Dayikên Şemiyê kiribûn. Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ev êrîş hatin protestokirin.
Polîsan li Qada Galatasarayê êrîşî çalakiya Dayikên Şemiyê kiribûn. Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ev êrîş hatin protestokirin.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li gelek bajaran êrîşa li ser Dayikên Şemiyê protesto kirin.
WAN
Li Wanê astengkirina Dayikên Şemiyê hate protestokirin. Walîtiya Wanê ji bo du rojan biryara qedexeya lidarxistina çalakiyan dabû. Polîsan jî ev biryar weke hincet nîşan dan û nehiştin daxuyanî were dayîn. Li ser vê yekê gelek kes li pêşiya Şaxa ÎHD’a Wanê hatin ba hev lê polîsan bi darê zorê xistin hundir. Polîsên ku pêşiya deriyê komeleyê girtin, nehiştin kesek bikeve hundir û derkeve. Her wiha destûr nedan ku rojnameger dîmenan bikişînin. Serokê Şaxa ÎHD’a Wanê Firat Durmaz di nava dorpêça polîsan de daxuyanî da û biryara binpêkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn a ji bo Dayikên Şemiyê dabû bi bîr xist.
RIHA
Şaxa ÎHD’a Rihayê jî têkildarî mijarê li avahiya komeleyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Sekretera Şaxa ÎHD’a Rihayê Songul Arpa got ku wê dev ji lêgerîna windakiriyên xwe û hesabpirsîna ji faîlan bernedin.
ÎZMÎR
Şaxa ÎHD’a Îzmîrê bi mebesta piştevaniya bi Dayikên Şemiyê re, li pêşiya Sumerbanka berê ya li Konakê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankartên “Windakirî diyar in faîl li ku ne” û “Ya ku winda wijdan e, xwedî lê derkeve” hatin vekirin. Li gel endam û rêveberên Meclisa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), gelek welatî jî tev li daxuyaniyê bûn.
Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş diyar got: “Kesên hewl didin me bi derhiqûqtiyan, zext û tundiyê bitepisînin divê baş bizanibin ku em ê dev ji lêgerîna windakiriyên xwe bernedin. Em ê azadiyê biqîrin, bi ser hiqûqê de biçin, bibêjin demokrasî û ji bo berjewendiyên hevpar ên civakê bixebitin. Gotina me hêza me ye, em ê bêdeng nemînin.”
Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
EDENE
Şaxa ÎHD’a Edeneyê jî xwest daxuyaniyê bide lê walîtiya Edeneyê bi hinceta “beşekê rê ji hatin û çûna mirov û wesayîtan digire” destûr neda. Endamên ÎHD’ê yên li Parka Înonuyê hatin ba hev, ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Serokê Şaxa ÎHD’a Edeneyê Yakup Ataş di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Di destê me de ne kevir û ne jî çek heye. Em dixwazin mafê xwe yê qanûnî bi kar bînin. Walîtî ji bo biryarên AYM’ê rêzê nagire lewma em jî ji bo biryarên walîtiyê rêzê nagirin.”
Komê ji bo protestokirina biryara walîtiyê çalakiya rûniştinê li dar xist.
18 KES HATIN DESTGÎRKIRIN
Dema endamên ÎHD’ê çalakiya rûniştinê li dar dixistin, polîsan êriş kir. Di dema mudaxeleyê de Serokê Şaxa ÎHD’a Edeneyê Yakup Ataş, rêveberên ÎHD’ê Havîn Olmez, Zehra Ozkan, Teberdar Elîk, Belgîn Işik, Azîz Sari, endamên ÎHD’ê parêzer Îlhan Ongor, parêzer Serhat Okmen, Hevserokê HDP’a Edeneyê Mehmet Karakiş, Hevserokê Seyhanê Taylan Çelîk, rêveberên HDP’ê Saniye Seçgîn, Nîhat Doganer, Çetîn Eye û Serokê Baroya Edeneyê yê berê Mengucek Gazî Çitirik, Hasan Karabulut, Muslum Elîk, Nîhat Doganer û rêveberê ÇHD’ê parêzer Umît Buyukdag hatin destgîrkirin.
Di dema mudaxeleya polîsan de nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Hamdûllah Yagiz Kesen jî kete erdê û serê wî li betonê ket. Li ser vê yekê bang li ambulansê hate kirin û Kesen rakirin nexweşxaneyê.