Fîncanci: Em di mijara naskirina qirkirina Êzidiyan de bi israr in

Seroka Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci di civîna çapemeniyê de diyar kir ku ew di mijara naskirina qirkirina Êzidiyan de bi israr in.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê bi boneya 9’emîn salvegera komkujiya ku çeteyên DAÎŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de li dijî Êzidiyan pêk anîbûn, civîneke çapemeniyê li dar xist.

Parlamentera Partiyên Çepên Kesk a Stenbolê Ozgul Sakî, Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci û parêzerên Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) beşdarî civînê bûn.

Di daxuyaniyê de pankarta "Qirkirina Êzidiyan: Bila 3'yê Tebaxê weke roja bîranîna qirkirinê bê qebûlkirin" hate daliqandin.

Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Asli Saraç diyar kir ku, saziyên navneteweyî di qirkirinê de erkên xwe bi cih neanîne û bang li hemû welatan bi taybetî jî Tirkiyeyê kir ku êrîşa DAÎŞ'ê ya li hemberî Êzidiyan weke qirkirinê nas bikin û hurmetê nîşanî mafê xweparastinê yê gelê Êzidî bidin.

Seroka TTB'ê Şebnem Korur Fîncanci jî anî ziman ku, ew di mijara naskirina qirkirina Êzidiyan de bi israr in.

Fîncanci wiha dewam kir: “Ji ber ku ev kes di kampên penaberan de, di nava şert û mercên giran de dimînin. Dema weke TTB’ê em çûn serdana van kampan, me mercên jiyanê yên tê de dijiyan jî, binpêkirina mafê xwegihandina tenduristiyê jî vegotin. Di vê mijarê de hewldanên me yên cidî hene.”