Têkîliya Aksoy a bi keça wê û parêzerên wê re jî mijara sûcdarkirinê ye!

Derbarê Halîse Aksoy ku hestiyên kurê wê di nava kargoyê de dabûnê, 15 sal cezayê girtîgehê hat xwestin. Têkîliya Aksoy a bi keça wê û parêzeran re jî bû mijara sûcdarkirinê.

Halîse Aksoy ku raya giştî wê bi cenazeyê kurê wê gerîlayê HPG’ê Agît Îpek ê li Dêrsimê di şer de şehîd bûbû, bi kargoyê jê re hatibû şandin tê naskirin, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin de hatibû destgîrkirin û di 28’ê Nîsanê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin. Derbarê Aksoyê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan daxwaza cezayê hefsê îdianame hate qebûlkirin. Îdianameya ku derbarê Aksoy de bi îdiaya “ji bo endamên rêxistinê malên pêbawer peyda bikin” hate temamkirin ji aliyê 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hate qebûlkirin.

Di îdianameyê de derket holê ku piştî 2 mehan wergirtina hestiyên kurê wê ya di 2’yê adara 2020’an de mala wê ya nû ji aliyê tîmên Miduriyeta Polîsan a Amedê ve hatiye şopandin û hate diyarkirin ku bi îxbarekê bi ser malê de girtine. Di îdianameyê de hate diyarkirin ku endamên Meclisa Partiyê (PM) û Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) rojekê piştî îxbara di 23’ê kanûna 2020’an de hate kirin li mala Aksoy hatin destgîrkirin weke “endamên rêxistinê” hatin pênasekirin lê qala berdana her çar endamên HDP’ê ya di heman rojê de û biryara neşopandinê ya derbarê Aksoyê de nehate kirin.

Di îdianameya ku şahida vekirî Umît Akbiyik îdia dike ku ew “maleke pêbawer” e û “mala pêbawer a rêxistinê ye” tê îdiakirin ku siyasetmedar jî di nav de bi dehan kes li mala ku tê îdiakirin “veşartî ye û pê bawer e” dimînin. Di îdianameyê de navên kesên ku di îfadeyên Akbiyik de û di lêpirsîna polîsan de li ‘mala pêbawer’ a Aksoyê mane jî hene. Hat diyarkirin ku E.K., H.B.K., H.D, C.Y., N.O., S.A., A.P., B.Y., B.U., S.A., M.S.A., Z.K., V.B., H.G., S.A., A.C., D.K. li mala Aksoy mane. Di îdianameya ku gelek ji wan hêj jî bi awayekî aktîf siyasetê dimeşînin weke “endamê rêxistinê” cih digirin de hate îdiakirin ku Aksoy bi wergirtina van kesan a malê “ji bo endamên rêxistinê cihêkî pêbawer peydakiriye”. Her wiha alîkariya xurekê ku Aksoy di pêvajoya pandemiyê de ji bo hewcedar bû wergirtiye jî di nava sûcdariyan de cih girt.

Di îdianameyê de cih dan van gotinên şahidê vekirî yên derbarê Aksoyê de “Kesa bi navê Halîse di hin deman de hevpeyvîn dikirin û bi rojnamevanan re hevdîtin dikir. Di van hevdîtinan de zêdetir ji ber lawê wê li çiya jiyana xwe ji dest da bi armanca propagandayê hevpeyvîn dikirin.” Aksoy dîsa bi têkiliya rojnamevanên ku pê re hevpeyvîn kirin hate sûcdarkirin. Di îdianameyê de bi têkiliya rojnamevan Berîtan Canozer û Derya Ren ên piştî cenazeyê kurê wê bi kargoyê jê re hate şandin pê re axivîn jî hate sûcdarkirin. Aksoy her wiha bi hincetên sînyalên telefonan û qeydên HTS’ê têkiliya bi keça xwe Mizgîn Karataş û parêzerê wê Mehmet Oner re jî hate sûcdarkirin.

Di îdianameyê de îfadeyeke din a binakok bû ya kesê bi navê Serhat Karataş e. Di îdianameya ku dîroka îfadedayîna Karataş cih nagire de tê gotin ku Aksoy di 10’ê adara 2019’an de çûye mala ku lê dimîne, lê Karataş îdia kiriye ku Aksoy ji mala xwe ji bo xwepêşandêrên ku di salên 2015-2016’an de di dema qedexeya derketina derve de li kolana Sentoyê beşdarî pevçûnê bûne xwarin û vexwarin aniye. Di îdianameya ku gotinên Karataş ên “Dema me çalakî dikirin vê jinê ji me re nan, meqerne û şorbe dianî” tê de cih girt de hate îdiakirin ku Aksoy “malbata nirxan e” û girteka vê jî di 20’ê adara 2023’yan li dosyayê hatiye zêdekirin.

Di îdianameyê de hate diyarkirin ku Aksoy ji ber kurê xwe Agît Îpek ê hate kuştin û keça wê Ş.Î. ku hate diyarkirin tevlî rêxistinê bûye, têkiliya wê bi rêxistinê re heye û di nava rêxistinê de weke “malbata nirxan” tê penasekirin. Di îdianameyê de hate diyarkirin ku ji ber sûcên Aksoy jê tê sûcdarkirin sûcê “endamtiya rêxistinê” kiriye.

Bi qebûlkirina îdianameya ku ji Aksoy re ji 7 sal û 6 meh heta 15 salan cezayê hefsê tê xwestin re danişîna dozê ya ewil dê di 6’ê cotmehê de bê lidarxistin.