Di van salên dawî li Kurdistanê bi taybetî li Amed û Wanê hejmara dibistanên ku girêdayî Serokatiya Karên Diyanetê lê ji aliyê Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê ve tên birêvebirin, bi lez zêde dibin. Ev dibistanên ku perwerdekirina îmam û muezîn lê perwerde dibînin, bandora xwe zêde dike. Tiştê ku YÎBO'yê berê dikir, niha jî dibistanên bi vî rengî yên ayînî dest pê kirine. Ciwanên Kurd ên ku bi soza îmam, muezîn û mamostayên olî dibin dibistanên bi vî rengî, piştî her cure zext û pêvajoyên bişaftinê dikevin nava sîstemê.
Di dema ku ev dibistan li 20 bajarên Tirkiye û Kurdistanê hatin vekirin, hat ragihandin ku wê sala bê li 8 bajarên din jî bên vekirin. Ev dibistanên ku li Kurdistanê tenê li Amed û Wanê hatine vekirin, tê plankirin ku sala bê li Agirî, Mûş û Bedlîsê bên vekirin.
Li van dibistanên ku hatine dayîna Wargeha Diyanetê ya Tirk, her cure zext li xwendekaran tê kirin. Her wiha hat ragihandin ku xwendekarên ku jiyana wan a civakî bi temamî hatiye astengkirin û nahêlin rojên Şemî û Yekşemê biçin malên xwe, li wargehan tundî li wan tên kirin.
Hin pêkanînên derqanûnî yên li van wargehan wiha ne: “Firavîn nayê dayîn û ji vê sepandinê re ‘Dema nîvro, dema teserûfê’ tê gotin. Xwendekarên ku di dawiya serdemê de ‘bi ser nekevin’ 130 hezar TL pere jê tên standin. Ev pêkanîn, ji hêla din ve, di dema qeydkirinê de ji hêla xwendekar ve tê îmzekirin û di salê de tê girêdan. Ji dayik û bavên xwendekarên ku li dijî vê yekê nerazî ne jî wiha dibêjin, ‘Em ewqas mesrefê li we dikin, eger hûn bi ser nekevin, em ê pereyê xwe paşve bistînin’. Bêberdewamî tenê du roj e, xwendekarek ku roja sêyemîn neyê, yekser tê derxistin. Her çendî ku xwendekar nexweş be jî û rapora 6 rojan werbigire jî, ev nayê qebûlkirin. Ger pirsgirêkek tenduristiyê ya xwendekar hebe û ji 6 rojan zêdetir jî di beşa lênihêrîna lezgîn de tedawî bibîne, ev yek jî sedemekî îxraçkirinê ye.”
BAREGEHA JÎTEMÊ KIRIN DIBISTANA OLÊ
Navenda Îhtîsasê ya Wargeha Diyanetê ya Tirk a li Wanê jî, li barageha JÎTEM’ê ya berê ya li peravê Gola Wanê hat çêkirin. Tê gotin ku sala 1990’an navenda êşkenceyê bû û hîna jî di bin avahiyê de hestî hene.
Weqfa Diyanetê ya Tirk di sala 1975’an de ji bo ku alîkariyê bide xebatên Serokatiya Karên Diyanetê û ji bo ku nifşek xwedî li xizmetên olî derbikeve, hat avakirin. Lê bi hatina AKP’ê a li ser desthilatdariyê re, Weqfa Diyanetê ya Tirk ku bi temamî weke baskekî AKP’ê dixebitî, niha li Kurdistanê di bin navê ol de kar û xebatên bişaftinê dimeşîne.