'Rewşa girtiyên nexweş Ataş û Guler giran e'
Di çalakiyên li Stenbol û Enqereyê de hat diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Şîvekar Ateş û Emîn Guler giran e.
Di çalakiyên li Stenbol û Enqereyê de hat diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Şîvekar Ateş û Emîn Guler giran e.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, her hefteyê çalakiya “Rûniştina F” li dar dixe. Çalakiya hefteya 593’yan li pêşiya komeleyê hate lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de çalakvanan bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Şîvekar Ataş ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin.
Parastvanên mafên mirovan û xizmên girtiyên nexweş jî tev li daxuyaniyê bûn û pankartên “Tedawî maf e nabe ku bê astengkirin”, “Bila girtiya nexweş Şîvekar Ataş were berdan” hatin vekirin û beşdaran dirûşma “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tedawî maf e nabe ku bê astengkirin” berz kirin.
‘BILA MAFÊ WÊ YÊ TENDIRISTIYÊ NEYÊ BINPÊKIRIN’
Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Hatîce Oran di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Girtiyên ku mafê wan ê tedawiyê tê astengkirin bi mirinê re rû bi rû ne. Rayedarên dewletê mecbûr in ku ji bo parastina jiyan û tenduristiya girtiyan hemû tevdîran bigirin. Divê berpirsyariyên xwe yên neteweyî û navneteweyî pêk bînin û astengiyên li pêşiya mafê tenduristî û tedawiyê rakin.”
‘DIVÊ BI LEZGÎNÎ BÊ EMELIYATKIRIN’
Bi domdarî Onaran bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya girtiya nexweş Şîvekar Ataş a 27 salî û ev agahî dan: “Nexweşiyên wê yên dil û tansiyonê pir pêş ketine. Her wiha di malzaroka wê de kîst heye. Ji ber kîstê di malzaroka wê de, hewceya tavilê bê emeliyatkirin. Lê ji ber lêgerîna tazî û kelemçekirina di dema tedawiyê de, Ataş nikare mafê xwe yê tedawiyê bi kar bîne. Dayika Ataş, Rabîa Ataş têkildarî mijarê bi me re agahî parve kirin û wiha dibêje; ‘Ji ber ku Şîvekar li dijî neheqiyan derket, li Girtîgeha Tarsusê hate îşkencekirin. Çavên wê reş û şûn bûn û birin odeya bisunger. Ji ber vê jî di laşê wê de birîn çêbûn. Di dema pandemiyê de tedawiya wê nehat kirin. Derîçeyê dilê wê riziyaye û divê her 20 rojan carekî derzî bi kar bîne. Lê di dema pandemiyê de nehat kirin. Her wiha divê ji ber fitqa piştê emeliyat bibe. Di hevdîtina dawî de min keça xwe nas nedikir. Gelek zeîf bûye. Ji min re got di malzaroka wê de du kîst derketine û divê tavilê emeliyat bibe. Ji bo emeliyatê hêj jî roj nedane û em li benwê ne. Em dixwazin keça min bê emeliyatkirin.’”
Onaran, got ku mayîna Ataş a li girtîgehê xetereyeke mezin li ser rewşa wê ya tenduristiyê dike û bang li hemû saziyên têkildar kir.
ENQERE
Înîsiyatîfa Ji bo Girtiyên Nexweş Azadî bi mebesta ku balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiyê li dar dixe. Çalakiya 465’emîn li pêşiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hate lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê de înîsiyatîfê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Emîn Guler ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 ya Rihayê tê ragirtin.
Daxuyanî ji hêla Hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Omer Faruk Yazmaci ve hate xwendin. Yazmaci diyar kir ku Emîn Guler ji sedî 94 astengdar e û wiha domand: “Gelek nexweşiyên wî hene. Rewşa wî rê nade ku li girtîgehê bimîne. Lewma rewşa wî roj bi roj xerabtir dibe. Guler, di dawiya sala 2016’an de hate girtin. Ji ber ku zehmet bi mejîpişta C-5 a Guler ket, felca qismî bû. Ji ber vê felcê jî ji sedî 94 astengdar bû û rapora wî heye. Nêzî 5 meh berê birin ATK’a Stenbolê lê heta niha jî rapora wî nehatiye şandin. Hêj nizane bê ka çi biryar hatiye dayîn. Ji ber felcê nikare dest û lingê xwe bi kar bîne. Girtîgeha lê tê ragirtin du qet e lewma dema ji cihê razanê diçe mitbaxê yan jî ji mitbaxê diçe cihê razanê gelek zehmetiyan dikêşe. Bi hesinên derenceyan digire û bi zor û zehmet tevdigere. Her wiha bi zehmetî bêhnê distîne. Carnan bi ser hişê xwe ve diçe û di nava cihan de dimîne.”
BANGA ‘BILA TEHLIYE BIBE’
Yazmaci, got ku Guler nikare bi tena serê xwe li girtîgehê bijî û wiha bi dawî kir: “Divê tavilê bê berdan. Divê rapora li ATK’ê jê re were şandin, karûbarê tehliyekirinê bê lezkirin û ji bo di şert û mercên bitendurist de bê tedawîkirin, em dixwazin Guler tavilê were berdan.”