Milîsên HBDH’ê li du bajaran ji bo 3’ê Tebaxê çalakî kirin
Milîsên Egîd Civyan ên HBDH’ê bi wesîleya salvegera qirkirina li ser Êzidiyan li Îzmîrê li polîsan dan û li Rihayê jî depoyeke şaredariyê şewitandin.
Milîsên Egîd Civyan ên HBDH’ê bi wesîleya salvegera qirkirina li ser Êzidiyan li Îzmîrê li polîsan dan û li Rihayê jî depoyeke şaredariyê şewitandin.
Milîsên Egîd Civyan ên HBDH’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişandin ser qirkirina Êzidiyan a ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de DAÎŞ’ê li Şengalê kiribû û got “Dewletên faşîst û emperyalîstan barbariya DAÎŞ’ê mezin kirin û şandin ser gelê me yê li Şengalê. Bi saya berxwedana gerîlayên qehreman pêşiya qetlîaman hate girtin.”
Milîsên Egîd Civyan ên HBDH’ê diyar kirin bi wesîleya salvegera Qetlîama Şengalê wan li Îzmîr û Rihayê ev çalakî kirine:
“Di 1’ê Tebaxê de me li polîsan da. Li Bornovayê saet dora 23.00’an de dema polîsan dewriye digerandin, milîsên me li wan da. Polîs ketin panîkê. Piştî çalakiyê milîsên me bi awayekî serkeftî ji qada çalakiyê derketin.
Di 2’ê Tebaxê de jî me bi sabotajê depoya şaredariya Rihayê şewitand. Tevî alav û amûrên tê de, depo bû xwelî.”