Kongreya Awarte ya HDP’ê wê di 27’ê Tebaxê de were kirin
Biryar hat dayîn ku kongreya awarte ya HDP’ê wê di 27’ê Tebaxê de were kirin.
Biryar hat dayîn ku kongreya awarte ya HDP’ê wê di 27’ê Tebaxê de were kirin.
Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rojeva kongreya awarte civiya. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar serokatiya civînê kirin û dîroka kongreya awarte ya HDP’ê diyar bû. Di civînê de biryar hat dayîn ku Kongreya Awarte di 27’ê Tebaxa 2023’yan de li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê bê lidarxistin. Di civîna Meclîsa Partiyê de, ji bo ku partiyê ber bi kongreyê ve bibe Desteya Rêveber a Navendî hate erkdarkirin.
Partiya Çepên Kesk û HDP’ê hefteyek berê civîna Desteya Rêveber a Navendî (MYK) li dar xistibû. Di civînê de biryar hatibû dayîn ku HDP ber bi kongreya awarte ve biçe, hebûna HDP’ê were parastin û rayeyên xwe jî dewrî Partiya Çepên Kesk bike. Di heman demê de biryar hatibû dayîn ku kongreya Partiya Çepên Kesk jî di dawiya meha Îlonê de were lidarxistin, rêzikname û navê wê were guherandin. Lê belê ji bo navê nû ti biryar nehatibûn dayîn.