ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li qadên gerîla bi coşeke mezin tê pîrozkirin.

- Hevjînên Gultekîn ên extiyar ku li gundê Markê yê navçeya Licê ya Amedê dimînin, di salên 1990'î de gundê wan hate şewitandin û hatin sirgûnkirin. Malbat vegeriya gundê xwe, lê niha di nava xizaniyê de ne.

- Li navçeyên Qelqelî û Seravê yên Wanê, lehiya ku çend roj berê rabû, bû sedema xisara madî û manewî. Xelkê navçeyan nerazîbûn nîşanî Walî dan.

- Bi dagirkirina Efrînê re, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo ji holê rakirina nasnameya Efrînê serî li hemû rê û rêbazên qirêj da. Yek ji wan rêyan jî li şûna xelkê resen yê Efrînê  bicihkirina malbatên Ereb ên deverên cuda yên Sûriyeyê ye.

- Nûnerê Mesîhiyên Şengalê Gabrîel Şemûn da zanîn ku li Şengalê 3 dêrên wan hilweşandî, 80 malên wan jî şewitîne û got: "Niha em li Deşta Nînovayê li ser herêmeke serbixwe dixebitin. Em naxwazin ku xwe ji Iraqê qut bikin, lê me divê xweseriya Şengalê hebe."