Li Gola Wanê ne xeniqandin, cînayet heye!
Li Wan û navçeyên wê îsal 11 kesên ku xwestin têkevin Gola Wanê jiyana xwe ji dest dan. Ji ber tunebûna tevdîran ev kes dixeniqin.
Li Wan û navçeyên wê îsal 11 kesên ku xwestin têkevin Gola Wanê jiyana xwe ji dest dan. Ji ber tunebûna tevdîran ev kes dixeniqin.
Gola Wanê ya ku yek ji golên herî mezin ê dinyayê ye, digel ku di salên dawîn da zêde qirêjî bûye jî dîsa jî bala gel li ser e. Her sal bi deh hezaran kes ji bo ku hênik bibin, dikevin golê. Ji ber tunebûna tevdîran mirovên dikevin golê jiyana xwe ji dest didin. Îsal di meha Tîrmehê de 11 kes di golê de xeniqîn.Yek ji sedemên herî mezin ên van xeniqandinan ev e ku, saziyên fermî cihên ji avjeniyê re gunvcav in, dagir kiriye. Piştî Walî, DSÎ, Saziya Rêyên Bejahiyê, Jendirme û Polîsan, sendîkayên nêzî AKP’ê jî peravên Gola Wanê dagir kirine, ev der kirine cihên kampê. Gelê Wanê jî neçar dimîne cihên bi rîsk têkevin golê û ji ber vê di avê de dixeniqin.
Muhammet Kabîr Pacal ê 16 salî ku di meha Tîrmehê de li nêzî Taxa Eganîs a navçeya Erdîşê ket golê, Firat Eker (21) ê ku li navçeya Tuşba ya Wanê ket golê, Mazlum Genez (21), Saadettin Çekmen (27), Polat Ozîster ê 16 salî Muhammed Gurhan ê 14 salî û Berkay Ozîster ê 14 salî di golê de xeniqîn. 4 kesên ku nasnameya wan nehate tespîtkirin jî di golê de xeniqîn.
Hevberdevkê Ekolojiyê ya HDP’ê yê Wanê Mesût Bor diyar kir li cihên ku çem diherin golê, ji ber ferqa di navbera avan de herikîn çêdibin û ji ber ve li cihê ku perav teng e, avjenî bi rîsk e. Bor diyar kir ji ber ku saziyên fermî cihên ji bo avjeniyê dagir kirine, gel ji neçarî li cihên bi rîsk dikeve avê û ji ber vê jî rêjeya kesên di avê de dixeniqin zêde dibe. Bor bal kişand ser vî tiştî her çiqas navê vî tiştî xeniqandin be jî tişta tê kirin cînayet e û got “Em dibînin ku AFAD, DSÎ û şaredarî tevdîra pêwist nastînin. Sedema xeniqandinan îxmal e û berpirsê vê jî AFAD, DSÎ û hêzên ewlekariyê ne.”