'Me dixin statuya mehkûmên xetere û dest datînin ser mafên me'

Girtî Şîmal Denîz ku li girtîgeha Tîpa S a Manavgatê tê girtin, diyar kir ku mafên wan têne desteserkirin û got, "Em girtiyên siyasî ne û statuya mehkûmên xetere qebûl nakin ku êrîşek li ser rûmeta me ye."

Piştî girtîgehên bi tîpa F ên dewleta Tirk, girtiyên siyasî li girtîgehên bi tîpa S û Y têne tecrîdkirin, êşkence li wan têne kirin û mafên wan têne desteserkirin. Girtîgehên bi tîpa S ku modeleke bilindtir a girtîgehên bi tîpa F ye, bûne cihê êşkence û desteserkirina mafên girtiyên siyasî.

Heta niha 6 girtîgehên bi tîpa S li Tirkiyeyê hene ku yek ji wan jî Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê ye. Girtiyê siyasî Şîmal Denîz ku li Girtîgeha bi tîpa S a Manavgatê tê girtin nameyek ji parêzerên xwe re nivîsî û zexta li girtiyan tê kirin vegot.

KAMERA LI SER TIWALET Û BANYOYÊ YE

Şîmal Denîz ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê re nivîsî û tê de ragihand ku li girtîgehên bi tîpa S'yê li huncreyên 3 kesan berê kameraya qatê jêrê li ser banyo û tiwaletê ye, dema ku deriyê tiwaletê hinekî vedibe, hundirê wê bi temamî tê dîtin.

Denîz di nameyê de got, "Berê kamerayê li temamiya qatê jêr e. Dema ku deriyê tiwaletê vedibe bi temamî tê dîtin. Yanî berê kamerayê bi temamî li beşa banyo-tiwaletê ye. Têkildarî vê yekê serî li Wezareta Edaletê û Dadgeha Destûra Bingehîn hate dayin. Wezareta Edaletê bersiva neyînî da, bersiv ji Dadgeha Destûra Bingehîn hîn nehatiye. Niha jî em ê serî li TÎHEK'ê bidin."

'DAXWAZA ME YA HERÎ BIÇÛK BI ATOLYEYÊ VE TÊ GIRÊDAN'

Denîz diyar kir ku bersiv ji gelek daxwazên wan re nayê dayin, dema ku pênûsekê jî dixwaze bi atolyeyan ve tê girêdan û li ser nêzîkatiya rêveberiya girtîgehê ya li wan bi vî rengî axivî: "Bi dîtina me ev der ji bo xebitandina mirovan çêkirine. Li gorî tişta ku em ji parêzerekî xwe hîn bûne, ev der û tîpên Y ji bo bikaranîna mirovan hatine amadekirin. Ji bo daxwazeke me ya herî bingehîn jî dibêjin 'Dema atolye hate vekirin, em ê li wir ji bo bikaranînê bidin'. Mînak pênûsa bi rengê reş (tenê pênûsa bi rengê şîn difiroşin', bant, kaxiza bi reng, pênûsên boyaxkirinê, pênûsên bi reng."

Denîz ragihand ku ew weke 'mehkûmên xetere' têne dîtin, lewma malzemeyên paqijiyê jî ji wan re nayê dayin û got, ji bilî demên diyarkirî malzemeyên paqijiyê jî li derveyî derî têne hiştin.

Denîz anî ziman ku di dema hevdîtina li gel hev de jî nikarin li gel malbatên xwe rûnên, nikarin pirtûkên ku dixwazin werbigirin, kota pirtûkan li wan tê ferzkirin û îtirazên wan ên li hemberî vê yekê jî bê bersiv têne hiştin.

Denîz got, "Bi kurtasî me dixin statuya 'mehkûmên xetere' û mafên me desteser dikin. Lê belê em girtiyên siyasî ne û statuya mehkûmên xetere ku êrîşa li ser rûmeta me ye, qebûl nakin."