Li Denîzliyê leşkerê ji Rihayê mirî hate dîtin

Yûsûf Yildirim ê ji Rihayê û li Denîzliyê ji artêşa Tirk re leşkerî dikir, berê diyar kiribû ku zext li wî tê kirin. Yildirim bi awayekî bi guman mirî hate dîtin.

Yûsûf Yildirim (20) ev 3 meh bûn li Fermandariya Qada Hewayî ya Çardakê ya Denîzliyê leşkeriya mecbûrî dikir û bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Yûsûf Yildirim duh bi şev saet derdora 22.00’an li klûbeya ku tê de nobet digirt, daliqandî hate dîtin. Hat zanîn ku Yildirim ê tê payîn ku xwe kuştiye, beriya niha bi hevalên xwe re axivîye û aniye ziman ku fermandarên wî zextên li wî dikin.

Malbata Yildirim ji bo cenazeyê Yildirim bistîne ji navçeya Serêkaniyê kete rê û çûn Denîzliyê. Malbat wê piştî karûbarên otopsiye cenazeyê Yildirim bîne Rihayê û li Goristan Esrî ya Serêkaniyê veşêre.

Di 31’ê Tîrmehê de Kerem Şik ê ji Şirnexê ku li Sêwasê leşkeriya mecbûrî dikir, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû.