Rojnamevan Denîz Firat li Mexmûrê hate bîranîn

Rojnamevan Denîz Firat a ku di êrîşa DAÎŞ’ê de li Kampa Penaberan a Rustem Cûdî (Mexmûr) de şehîd bûbû, bi merasîmeke girseyî hate bîranîn.

Di 6’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrişî ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê kir. Li vê derê du rojan êrişekî pir dijwar rûda û li beranberî vê êrişê berxwedaniyek bê hempa ya hêza parastina cewherî (HPC) ya wargehê û gerîlayên HPG û YJA Starê hat kirin. Ji bo ragihandina vê hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê ya li hemberî gel û berxwedana gerîla ya di wê pêvajoyê de hatî kirin, rojnamevan Denîz Firat kêlî bi kêlî ji raya giştî re radigihand. Di berxwedaniya du rojan de rojnamevan û têkoşera hemdem Denîz Firat di encama êrişa DAIŞ’ê de şehîd bûbû.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) rojnamevan Denîz Firat ku di encama êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya 2014’an de şehîd bûbû, di 9’emîn salvegera şehadeta xwe de li Parka 4’ê Nîsanê ya wargehê bi pêşangehekê hat bîranîn. Merasîma bîranîn ji aliyê hempîşeyên wê û malbata wê ve li Parka 4’ê Nîsanê hat organîzekirin.

Li Parkê pêşangehek ji bo biranîna şehîd Denîz Firat hat amadekirin. Ev pêşangeh bi wêneyên Apê Musa, Şehîd Gurbetellî Ersoz, Denîz Firat û eşyayên wê her wiha wêneyên rojnamevan şehîd Hindistan, Silêman, Evîn Buldan, Evîndar Cûdî û bi dehan wêneyên şehîd Denîz yên bi malbat, gel û hevalên wê re kişandibûn hatibû xemilandin. Bi kombûna hemû hempîşeyên wê, malbata wê û xelkê wargehê ya li parkê di kesayeta şehîd Denîz Firat û şehîdên çapemeniya Azad de ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqîqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê ji aliyê hempişeya wê rojnamevan Jiyan Pîran ve axaftinek hat kirin.

Rojnamevan Jiyan Pîran di destpêka axaftina xwe de, di kesayeta Şehîd Denîz Firat de, tevahî şehîdên çapemeniya azad bi bîr anî û wiha got: “Îro 9’emîn salvegera şehadeta hempîşeya me Denîz Firat e. Wek tê zanîn êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên di salên 2014’an de li ser tevahî gelê Kurd hatî destpêkirin, armanca wan qirkirin û tinekirina gelê Kurd bû. Yên ku li beranberî van êrişan sekinîn gerîlayên HPG, YJA Star û hêza cewherî ya gelê Mexmûrê (HPC) bû. Her wiha endamên me yên çapemeniyê jî ji bo vê êrişa hovane ya çeteyên DAIŞ’ê û berxwedana gerîla û gelê wargehê ya li beranberî çeteyan ji raya giştî re ragihîne di çeperên herî pêş de bûn ku yek ji wan jî şehîd Denîz Firat bû.”

Piştî axaftina rojnamvan Jiyan Pîran, birayê şehîd Denîz Firat, Cûma Yildiztan jî wiha hestên xwe anî ziman: “Di serî de em di kesayeta şehîd Denîz Firat de  hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin û bejna xwe li beranberî wan ditewînin. Îro 9’emîn şehadeta şehîd Denîz e, kêm zêde gelê wargehê û gelê welatparêz yê her çar aliyê Kurdistanê şehîd Denîz Firat û xeta ku şehîd Denîz tê de şehîd ketî dizanin. Bi rastî ez ne wekî birayekî şehîd Denîz bûm, ez wekî hevalekî wê bûm. Denîz Firat di temenê xwe yê biçûk de, di salên 90’î de ket ser rêya penaberiyê. Berxwedaniya wê ya 22 salan a di çiyên Kurdistanê de, her wiha piştî 22 salan berê xwe da çapemeniya azad. Herî dawî jî di sala 2014’an de ji bo rastiya jiyanê û hovîtiya DAIŞ’ê û hevkarên wê, dewleta Tirk û hevkarên wê PDK ku zilmê li ser gelê Kurd û Kurdistanê dikin derxîne rastiyê, heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe da. Li cihê ku kamera pêwîst dikir bi kamera kar dikir, li cihê ku çek pêwîst dikir bi çekê li hemberî dijmin şer dikir û ti carî li hemberî dijmin serî neditewand. Em weke malbat serbilind in ku em xwediyê şehîdên wekî Denîz Firat, Rizgar Adanmiş, şehîd Gurbetellî Ersoz in ferqa yekê jî nîne. Çawan Denîz Firat xwişka me bû, Rizgar Adanmiş jî birayê me bû, şehîdên Kurdistanê hemû jî yek in û di navbera wan de ferq tune.”

Herî dawî helbesta ku ji aliyê Mahîr Tunç ve ku li ser şehîd Denîz Firat hatibû nivîsîn, ji aliyê Rojbîn Otun ve hat xwendin.