Leşkeran dora gundê Bilbêsê girtine
Îzzetîn Cîn ê ku piştî hatibû destgîrkirin hatibû berdan li ser îtîraza dozgeriyê dîsa hate girtin. Li gundê Bilbêsê dorpêça leşkeran didome.
Îzzetîn Cîn ê ku piştî hatibû destgîrkirin hatibû berdan li ser îtîraza dozgeriyê dîsa hate girtin. Li gundê Bilbêsê dorpêça leşkeran didome.
Leşkeran di 1’ê Tebaxê de li gundê Bilbês ê Elkê ya Şirnexê bi ser malan de girt. Di encama serdegirtina malan de welatiyê bi navê Îzettîn Cîn hate destgîrkirin. Piştî kar û barên îfadegirtinê yên li gel jendirmeyan, sewqî Edliyeya Şirnexê hate kirin. Piştî îfadeyê li dozgeriyê jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên sulhê ya Nobedar hate kirin. Cîn, di 3’yê Tebaxê de bi şertê kontrola edlî hate berdan. Lê belê li ser îtîraza dozgeriyê, Cîn hate girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.
Di heman demê de Walîtiya Şirnexê di 29’ê Tîrmehê de ji bo gundê Bilbêsê biryara qedexeyê dabû û qedexe di 4’ê Tebaxê de bi dawî bû. Hat zanîn ku tevî biryar hatiye rakirin jî gund di dorpêça leşkeran de ye. Çavkaniyan got ku welatî tenê dikarin heta hin deverên gund biçin û qedexeya fiîlî ya li ser gund didome.