HDP’ê: Divê dawî li sîstema tecrîdê bê!

Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP'ê xwest tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û derfet bê dayîn ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne.

Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê têkildarî tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî da.

HDP'ê got, "Birêz Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an û vir ve ku bi komployeke navneteweyî birin Girtîgeha Girava Îmraliyê, di hucreya yek kesî de tê ragirtin û bi îhmalkirina hemû rêgezên hiqûqî hevdîtina malbat û parêzeran tê astengkirin. Di demeke ku pêkanînên dijmirovahî yên li Îmraliyê bi awayekî sîstematîk dewam dikin, ji îro pê ve dibe 4 sal in ku parêzer bi Ocalan re hevdîtin nakin.”

TECRÎDA MUTLEQ

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

“Heta sala 2011’an mafê Ocalan ê hevdîtina bi parêzerên xwe re hefteyekê saetekê dihat sînordarkirin, lê belê di qanûnê de xaleke wiha tunebû; Tevî vê sînordarkirinê jî, ji ber sedemên wekî "muxalefeta hewayê" û "xerabûna keştiyê" timî hat astengkirin. Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta îro di navbera 2’ê Gulan û 7’ê Tebaxa 2019’an de tenê 5 hevdîtinên parêzeran pêk hatine. Herî dawî ji van pênc hevdîtinan di 7’ê Tebaxa 2019’an de pêk hatibû. Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ji 16-17'ê Adara 2015'an ku biribûn Îmraliyê heta niha carek be jî bi parêzerên xwe re hevdîtin nekirine. Serlêdanên nivîskî yên parêzeran ên li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê hatin kirin, bêbersiv hatin hiştin.

Di rapora ku di 5'ê Tebaxa 2020'an de ji aliyê Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ve bi raya giştî re hat parvekirin de; Rewşa ku bi ti awayî agahî ji Îmraliyê nayê girtin, weke “incommunîcado” ango mutleq tunebûna ragihandinê pênase kir û diyar kir ku ev rewş nayê qebûlkirin û pêşniyar kir ku ev rewş bi dawî bibe. CPT’ê ragihand ku di serdana xwe ya Tirkiyeyê ya di navbera 20-29’ê Îlona 2022’yan de çûye Îmraliyê, lê têkildarî şert û mercên girtiyan ti daxuyanî nedaye.

TECRÎD BI POLÎTÎKAYÊN ŞER VE GIRÊDAYÎ YE

Parêzerên Ocalan û her sê girtiyên din dan ragihandin ku wan ji bo bidawîkirina tecrîda mutleq a ragihandinê, serî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî dane. Ev daxwaza îtirazê hate qebûlkirin û bi biryara 6’ê Îlona 2022’yan a “Divê rewşa tecrîda li ser kesên serlêdan kirine bidawî bibe û bi kîjan parêzerî re dixwazin hevdîtinê pêk bînin bê astengî divê hevdîtin bê kirin” ji hikûmetê re ragihandibû. Lê belê ne raporên CPT’yê pêk hatin û ne jî biryarên Neteweyên Yekbûyî hatin naskirin û ji bo tecrîda mutleq ji holê rabe tu gav nehat avêtin. Piştî telefona 25'ê Adara 2021'an ku ji nişka ve hat qutkirin, ti agahî ji Birêz Ocalan nehat girtin.

Pergala tecrîdê ya ku 24 sal in li Îmraliyê tê meşandin; Li dijî qanûnên neteweyî û peymanên navneteweyî, kêfî û cihêkarî ye. Mirov vê pergala ku 24 sal in berdewam dike tenê weke polîtîkayeke asayî ya girtîgehê bê dîtin û tecrîdê tenê ji aliyê hiqûqî ve bigirin dest wê kêm bimîne. Pergala tecrîdê bi polîtîkayên dewletê ya xitimandina pirsgirêka Kurd, perspektîfa wê ya ewlekariyê û polîtîkayên şer ên li Rojhilata Navîn dide meşandin dikare were ravekirin. Rol û mîsyona civakî ya dîrokî ya Birêz Ocalan a di çareseriya pirsgirêka Kurd de sedema bingehîn a vê tecrîdê ye. Bi tecrîda Îmraliyê re xitimandina pirsgirêka Kurd kûrtir dibe, hêviya siyaseta demokratîk û aştiya gelan ji holê radibe.

DIVÊ SÎSTEMA TECRÎDÊ BI DAWÎ BIBE

Ji ber van sedeman; Ev tecrîda ku hemû rêgezên hiqûqî yên neteweyî û navneteweyî binpê dike, bi taybetî jî qedexeya êşkence û muameleya xerab a ku li girtîgeha girava Îmraliyê tê binpêkirin û ji aliyê saziyên navneteweyî ve hatiye tesbîtkirin, divê demildest bê rakirin û mafên bingehîn ên hiqûqî, bi taybetî jî hevdîtina parêzeran divê bê misogerkirin. Divê li gorî raporên CPT’ê gav bên avêtin, biryarên Komîteya Mafên Mirovan a NY’ê bên şopandin û dawî li sîstema tecrîdê bê.”