Girtiyê 30 salan Mihdî Ozturk hat berdan
Mihdî Ozturk ku piştî 30 salan hat berdan, wiha got: “Beriya 30 salan hest û hesreta min çi be, niha jî ew e.”
Mihdî Ozturk ku piştî 30 salan hat berdan, wiha got: “Beriya 30 salan hest û hesreta min çi be, niha jî ew e.”
Mîhdî Ozturk (37) ku 30 sal bûn girtî bû û li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 ya Şakranê dihat ragirtin, hate berdan. Ozturk, di sala 1993’yan de li Îzmîrê hate destgîrkirin û Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya “Hewl da beşeke xaka di bin serweriya dewletê de parçe bike” cezayê muebbetê da. Ozturk, di 27 saliya xwe de kete girtîgehê û di 57 saliya xwe de derket. Ozturk, li pêşiya girtîgehê ji hêla malbata xwe û û endam û rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Egeyê (EGE TUHAYDER) û rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Bayrakli û Alîagayê ve bi çîçek û tililiyan hate pêşwazîkirin.
Ozturk, li vir axaftineke kin kir û wiha got: “Niha bi hezaran tiştan difikirim. Lê ez çi bibêjim jî dê kêm bimîne. Ji bo kesekê ji hevalên xwe hez dike 30 sal weke 3 rojan derbas dibin. Lê kesên ji hevalên xwe hez nakin 3 roj mîna 30 salan derbas dibin. Silavên hemû hevalên li girtîgehê bo gelê me hebûn. Hinek dereng bû lê derketineke birûmet bû. Hest û hesreta min a 30 sal berê çi bin, îro jî ew in. Min hevalên xwe yên di girtîgehê de li pey xwe hişt. Lewma derketina xwe ya ji girtîgehê weke azadiyeke nîvco pênase dikim. Derketina birûmet bi têrî me tevan dike. Ji bo hevalên li girtîgehê jî ev yek girîng bû. Hevalan ez bi van hestan oxir kirim.”
Ozturk, li Taxa Onur a navçeya Bayrakliyê jî bi girseyî hate pêşwazîkirin. Bi konvoyê derbasî Komeleya Fistiklilar a Mêrdînê û ji hêla xizm û şêniyên taxê ve bi tililî û govendan hate pêşwazîkirin.