Jinên Tolhildêr polîsek birîndar kirin, çar keştiyên luks şewitandin

Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr li Stenbolê li wesayiteke polîsan xistin, di encamê de polîsek birîndar bû. Li Mersîn û Balikesîrê jî wesayiteke transît û çar keştiyên luks ên tûrîstan şewitandin.

Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr daxuyaniyek weşand û ragihand ku li Stenbol, Mersîn û Balikesîrê çalakî kirine.

Têkildarî çalakiyan ev agahî hatin dayin:

"Li Stenbol-Çatalcayê 4'ê Tebaxê bi şev saet di 02:25'an yekîneyên me li hemberî polîsê dewleta Tirk a faşîst bi çekên ferdî û teqemeniyên bi destan çêkirî çalakî kirin. Çalakî li ser wesayiteke polîsan hate kirin û di encamê de polîsek bi fîşekê birîndar bû.

5'ê Tebaxê li Mersîn-Anamûrê yekîneyên me agir berdan wesayiteke transît a faşîstan û şewitandin.

3'ê Tebaxê li Balikesîr-Bandirmayê yekîneyên me derbeke mezin li sektora tûrîzmê ya faşîstan xistin. Di vê çalakiyê de 4 keştiyên luks ên tûrîstan hatin şewitandin."