KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Çeteyên êrîşî Şêx Meqsûdê kirin hatin şikandin
YPG’ê diyar kir ku çeteyên êrîşî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê kirine hatine şikandin, destnîşan kir ku 4 çete jî hatine kuştin. -
Ji nûçegihana JINHA’yê re salek û 3 meh ceza hate birîn
Ji bo nûçegihana JINHA’yê Bêrîtan Canozer salek û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn. -
Di ketina Rihayê de polîsan gule li wesayîtê reşand
Di ketina Rihayê de di encama gulereşandina polîsan a li wesayîtekê de kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî bi giranî birîndar bû. -
Cenazeyên ku nehatin teşxîskirin hatin definkirin
3 cenazeyên ku di êrîşa li ser sînorê Nisebîn-Qamişloyê de jiyana xwe ji dest dabûn nehatin teşxîskirin û li Goristana Gel a Mêrdînê hatin definkirin. -
HPG: Herî kêm 20 leşker hatin kuştin
Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Star û şerê qewimî de herî kêm 20 leşker hatin kuştin. -
YPS: 32 çeteyên Qesrê hatin kuştin
Di çalakiyên şervanên YPS/YPS Jinê de 32 çeteyên Qesrê hatin kuştin. Derb li gelek maşînên zirxî hatin xistin û hatin rûxandin. Di şer de 2 şervanan jiyana xwe ji dest dan. -
Cenazeyê gerîlayê TÎKKO Argal hat veşartin
Cenazyeê gerîlayê TKP/ML TÎKKO Haydar Argal hat veşartin. -
Pirtûkxaneya du Şehîdan li Kobanê vebû
Pirtûkxaneya Şehîd Rodî û Perwîn li Kobanê hate vekirin. -
Gel bi girseyî diçe serdana konê sersaxiyê yê Doner ê YPG'yî
Ji bo şervanê YPG'ê Erdal Doner ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da û nasnameya wî hefteya derbasbûyî hat ragihandin, li Wanê konê sersaxiyê hat vedan. Girseya gel bi awayekî girseyî diçe serdana kon. -
Yuksek ji bo xwedîderketina li Azadiya Welat bang kir
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Yuksek, ji bo kampanya abonetiyê ya Azadiya Welat banga tevlîbûnê kir. -
Dîmenên çalakiya YRK'ê ya li Serdeştê
Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) dîmenên çalakiya 4'ê Gulanê ya li herêma Erbest a Serdeştê ya li dijî hêzên kontra û pasdarên Îranê weşandin. -
Li ser rêya Mîdyat-Hezexê teqîn
Li ser rêya bejahî ya navbera Mîdyat û Hezexê, gava maşîneke zirxî derbas dibû teqînekê rû da. Di encama teqînê de 1 jê giran 5 leşker birîndar bûn. -
Çeteyên Qesrê yên nikarin bi berxwedanê, bombeyan li Şirnexê dibarînin
Li Şirnexê ku êrîşên qirkirinê lê dewam dikin, çeteyên Qesrê dikin nakin nikarin berxwedana şervanên YPS/YPS Jinê bişikînin. Lewma bomberdûmaneke giran li bajêr dikin. -
Wezîrê Ziraetê yê Herêma Kurdistanê: Deriyê Sêmalka divê bê vekirin
Wezîrê Ziraetê yê Herêma Kurdistanê Ebdulstar Mecîd diyar kir ku Deriyê Sêmalka divê bê vekirin. -
Cenazeyê Gokalp bi merasîmeke girseyî hat veşartin
Cenazeyê Ahmet Gokalp ê di berxwedana Sûrê de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî hat veşartin. -
Akat: AKP/Qesr azadiya jinê hedef digire
Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata, polîtîkayên AKP/Qesrê yên li dijî azadî û demokrasiyê, ku bi giranî têkoşîna azadiya jinê hedef digirin, ji ANF'ê re nirxand. -
Li Îpekyolû teqîn: 2 çeteyên Qesrê mirin
Li Wanê di dema derbasbûna wesayîta zirxî de teqînekê rû da. Di encamê de 2 çeteyên Qesrê mirin, 2 jî bi giranî birîndar bûn. -
Ji YRA'yê bîlançoya êrîşên mehekê yên dewleta Tirk
Yekîtiya Ragihandina Azad bi daxuyaniyekê, bi daxuyaniyekê, encamên êrîşên AKP'ê yên ji 14'ê Nîsanê û vir ve li hemberî Qamişlo dike eşkere kir. Li gorî vê yekê 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan, 8 jî birîndar bûn. -
Qedexeya li Dêrê û Serêpsî rabû
Li gundê Dêrê yê Colemêrgê û gundê Serêspî yê Çelê "qedexeya derketina derve" hat rakirin. -
Li Nisêbînê teqîneke dijwar qewimî
Li Nisêbînê ku êrîşên qirkirinê lê dewam dike, li taxa Firatê teqîneke dijwar rû da. -
Hozat: AKP di pêvajoya têkçûnê de ye
Hozat işaret bi serdana CPT ya li Îmraliyê kir û got, "Ev rewşeke girîng e. CPT hînê daxuyanî nedaye raya giştî. Der barê rewşa tenduristiyê ya Rêberê me û mercên tecrîdê de divê di demeke nêz de daxuyaniyekê bide." -
Li Wanê ji ber qutbûna elektrîkê 688 kargeh hatin girtin
Tevî nerazîbûnan jî bi salan e pirsgirêka qutbûna elektrîkê ya li Wanê nayê çareserkirin. Ji ber vê yekê 688 kargeh di nava çar salên dawî de hatin girtin. -
TEV-ÇAND a Başûrê Kurdistanê hunermendên şoreşger bibîr anî
Tevgera Çand û Hunerê ya Başûrê Kurdistanê bi wesîleya 11'ê Gulanê salvegera şehadeta Hozan Mizgîn (Gûrbet Aydin) daxuyaniyeke nivîskî weşand û hemû hunermendên şoreşger bibîr anî. -
Mûhammed ê 18 rojî û zeviyê baqil
Her aliyên deşta li rojhilatê Girê Spî, mîna deryayeke kesk a bê dawî zeviyên genim û ceh in. -
Bîjnens: Bendava Ilisûyê wê bibe sedema bêîstikrariyê
Bîjnens da xuyakirin, ku bendava Ilisiyê wê hem Heskîfê di nava avê de bihêle, hem jî Qamirgehên Iraqê yên di Lîsteya Mîrateyên Çanda Cîhanê ya UNESCO de ne, tine bike.