Ji nûçegihana JINHA’yê re salek û 3 meh ceza hate birîn

Ji bo nûçegihana JINHA’yê Bêrîtan Canozer salek û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn.

Nûçegihana JINHA’yê Bêrîtan Canozer dema ku li navçeya Sûr a Amedê nûçe dişopand bi hinceta ku “Kelecan girtiye” hatibû binçavkirin û di 19’ê Kanûnê de hatibû girtin û piştre hatibû berdan. Rûniştina biryarê ya doza der barê wê de li 4. Dadgeha Ceza ya Giran a Amedê hat dîtin.

Heyeta dadgehê bi hinceta "Propagandaya rêxistinê kiriye" salek û 3 meh ceza da Canozerê. Dadgeha ku beyankirina hikum bi paş ve xist, der barê Canozer de biryara 5 salên venêrîna serbestiyî da.