Wezîrê Ziraetê yê Herêma Kurdistanê: Deriyê Sêmalka divê bê vekirin
Wezîrê Ziraetê yê Herêma Kurdistanê Ebdulstar Mecîd diyar kir ku Deriyê Sêmalka divê bê vekirin.
Wezîrê Ziraetê yê Herêma Kurdistanê Ebdulstar Mecîd diyar kir ku Deriyê Sêmalka divê bê vekirin.
Ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bi taybet ji aliyê PDK'ê ve ji 16'ê Adarê ve Deriyê Sêmalka li ser gelê Rojavayê Kurdistanê hatiye girtin. Li ser mijarê Wezîrê Ziraetê yê Herêma Kurdistanê Ebdulstar Mecîd ji ajansa RojNews re axivî. Mecîd destnîşan kir ku girtina Deriyê Sêmalka ne tenê ziyan bi Rojavayê Kurdistanê gihandiye, di heman demê de ziyan bi Başûrê Kurdistanê jî gihandiye û got: "Di serî de ez girtina sînorê di navbera Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de şermezar dikim. Li gorî min girtina Deriyê Sêmalka çend ziyan gihandibe Rojava, ewqas daye Başûrê Kurdistanê jî. Ji ber vê yekê aliyên ku ev kar kirine, pêwîste xwe li ber çavan re derbas bikin li ser vê mijarê."
Mecîd wiha got: "Ji ber nakokiyên siyasî girtina Deriyê Sêmalka li ser biyarên me ên Rojava de, nabe mirov aliyê mirovî beşdarî vê mijarê bike. Ji ber ku hebûna peywendiyên asayî û yasayî di vê demê de ji bo gelê Kurd gelek pêwîst û girînge. Di warê pêşketina aborî, ziraetê de jî girîngiya xwe heye û taybetmendiyê xwe heye."
'DIVÊ WELATÎ NEBIN QURBANÊ NAKOKIYÊN SIYASÎ'
Wezîrê Ziraetê yê Herêma Kurdistanê Ebdulstar Mecîd herî dawî got: "Pêwîste hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi taybet Serokê hikûmetê li ser vê rewşê bêdeng nebe û vî sînorî vekin. Ji gorî yasayê ji bo herdu aliyan jî guncav be. Ziyan bi ti aliyan nekevin û welatî nebin qurbanê nakokiyên siyasî."