BI DÎMEN

Akat: AKP/Qesr azadiya jinê hedef digire

Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata, polîtîkayên AKP/Qesrê yên li dijî azadî û demokrasiyê, ku bi giranî têkoşîna azadiya jinê hedef digirin, ji ANF'ê re nirxand.

Berdevka Kongreya Jinên Azad (KJA) Ayla Akat Ata, polîtîkayên AKP/Qesrê yên li dijî azadî û demokrasiyê, ku bi giranî têkoşîna azadiya jinê hedef digirin, ji ANF'ê re nirxand.

 Akat da xuyakirin, ku li Tirkiyeyê feraseteke AKP'ê ya ku li ser dijberiya azadî û demokrasiyê hikum dike heye û destnîşan kir, ku rojeva parlamentê dibe ku destnedan be, lê belê rojeva Tirkiyeyê demokrasî û azadî ye.

Akat bibîr xist, ku qedexeya derketina derve, biryara şer a hatiye dayîn, tecrîda li ser mezintirîn mûxatabê aştiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gefa li azadiya raman û vegotinê ya gelên Tirkiyeyê û astengiyên li pêşiya azadiya çapemeniyê hînê dewam dikin û diyar kir, divê ev hemû bi rengekî giştî werin nrixandin.

Akat got, "Ev pêvajoya dijberê demokrasiyê, ji aliyê cewherî ve azadiya jinê hedef digire. Dema mirov bala xwe didin daxuyaniyên hikûmetê, derdorên pêwendîdar û birêz serokkomar, tê dîtin ku yekser azadiya jinê hedef tê girtin. Tevî meşandina siyasetê di ser beden û nasnameya jinê, di heman demê de hewl tê dayîn jin li nava malê bê ragirtin û di vî warî de qanûn tên derxistin. Em îro têkoşîna herî mezin li hemberî hêza dijberê demokrasî û azadiya jinê dimeşînin. Û em ê vê têkoşîna xwe bidomînin."

Akat bal kişand ser deklarasyona 'Na ji bo darbeyê' ya ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ve hatiye destpêkirin û got, "Em jin, weke KJA parçeyek ji vê xebatê ne. Em ê kar û barên xwe yên di vê çarçoveyê de di dema pêş de bimeşînin, birêxistin bikin û di rojên pêş de ji raya giştî re eşkere bikin.

Ayla Akat Ata da zanîn, ku tevî hemû dorpêçî û sîstema antî demokratîk jî, jin wê li derveyî sîstemê weke hêza ku sîstemê diguhere û vediguhere, têkoşîna xwe bidomîne.

'EM BI BIRYAR IN TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN'

Akat Ata da xuyakirin, ku îro li Tirkiye, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê rojevê sûnî hatine afirandin û got, "Weke jinên KJA'yî em dibêjin, rojeva sereke û bingehîn azadî û demokratîkbûyîn e. Rojeva bingehîn rojeva azadiyê ye. Tevlîheviya li nava AKP'ê, parçebûn, rakirina destnedanê, ev hemû işaretê bi pirsgirêka demokrasî û azadiyê ya li Tirkiyeyê dikin. Meseleya bingehîn berfirehkirina azadiyan e."

Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata destnîşan kir, ku weke KJA ew di navenda vê pêvajoyê de cih digirin û bi biryarên têkoşîna xwe mezin bikin.