Bîjnens: Bendava Ilisûyê wê bibe sedema bêîstikrariyê
Bîjnens da xuyakirin, ku bendava Ilisiyê wê hem Heskîfê di nava avê de bihêle, hem jî Qamirgehên Iraqê yên di Lîsteya Mîrateyên Çanda Cîhanê ya UNESCO de ne, tine bike.
Bîjnens da xuyakirin, ku bendava Ilisiyê wê hem Heskîfê di nava avê de bihêle, hem jî Qamirgehên Iraqê yên di Lîsteya Mîrateyên Çanda Cîhanê ya UNESCO de ne, tine bike.
Kordînatorê Navneteweyî yê Kampanya Jîndarkirina Dîcle û Qamirgehên Iraqê Toon Bîjnens da xuyakirin, ku bendava Ilisiyê wê hem Heskîfê di nava avê de bihêle, hem jî Qamirgehên Iraqê yên di Lîsteya Mîrateyên Çanda Cîhanê ya UNESCO de ne, tine bike.
Kordînatorê Navneteweyî yê Kampanya Jîndarkirina Dîcle û Qamirgehên Iraqê Toon Bîjnens diyar kir, Heskîfa antîk a 12 hezar salî ji ber bendava Ilisûyê bi xeteriya tinebûnê re rû bi rû ye û destnîşan kir, ku mîna Qamirgehên Iraqê, Heskîf jî di nava Lîsteya Mîrateyên Çanda Cîhanê ya UNESCO de cih bigire.
Bîjnens da zanîn ku ew ji Kampanya Jîndarkrina Dîcle û Qamirgehên Iraqê tevlî sempozyûma Heskîfê bûye û got, "Bendava Ilisû bandorê ne bi tenê li vê herêmê dike, bandorê li Iraqê jî dike. Li hemberî Bendava Ilisûyê, em li Iraqê jî vê kampanyayê dimeşînin. Bendava Ilisûyê wê di ehman demê de bandorê li qamirgehên li başûrê Iraqê jî bike, ku ev mezintirîn qamirgehên Rojhilata Navîn e. Hebûna min a li vê derê jî piştgirîdayîna gelê Êlih û Heskîfê û dijderketina li bendavê ye."
Toon Bîjnens da xuyakirin, ku Qamirgehên Iraqê divê Heskîf jî di Lîsteya Mîrateyên Çanda Cîhanên UNESCO de were bicihkirin û got, "Em dixwazin bi kesên li dijî vê bendavê têdikoşin re tevbigerin. Baş bû ku min asta nîqaşê ya li Kurdistanê ji nêz ve dît. Heskîf jî mîna Qamirgehên Iraqê pêwîste di Lîsteya Mîrateyên Cîhanê UNESCO de cih bigire." Bîjnens destnîşan kir, ku ne tenê li vê derê li hemberî bendava Ilisûyê têkoşîn tê meşandin, di heman demê de li Iraqê jî li dijî bendava Ilisûyê têkoşîneke xurt tê meşandin."
Toon Bîjnens bal kişand ser mezinahiya xisara bendava Ilisû rê li ber vedike û da zanîn, ev yek wê rê li ber bêedaletiay civakî veke. Bîjnens got, "Eger bendava Ilisû bê çêkirin, asta avê ya diçe Iraqê wê gelekî kêm bibe. Li gorî texmînên me wê ji sedî 25 kêm bibe. Lewma karê çandiniyê yê li Iraqê wê tine bibe. Di heman demê de wê ava vexwarinê jî kêm bibe. Bi kêmbûna avê re aborî jî wê derbek mezin bixwe. Mînak li Qamirgehan karê masîgiriyê gelekî tê kirin. Li wir wjî wê masî nemînin. Ji her alî ve bendava Ilisû rîskek mezin e. Divê av nebe sedema şer bibe sedema hevkarî û aştiyê. Di navbera welatan de li ser vê mijarê mutabaqat divê. Di mijara parvekirina avê de divê pêşî li bê edaletî û şer neyê vekirin."