Yuksek ji bo xwedîderketina li Azadiya Welat bang kir

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Yuksek, ji bo kampanya abonetiyê ya Azadiya Welat banga tevlîbûnê kir.

Rêveberên rojnameya Azadiya Welat, di çarçoveya kampanya abonetiyê ya bi dirûşma 'Her malek welatek e' de Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek ziyaret kirin.

Yuksek rêveberên rojnameyê li meqama xwe pêşwazî kir û da xuyakirin, ku ew ê destekê bidin kampanyayê. Yuksek diyar kir, pêwîste gel xwedî li Azadiya Welat derkeve û got, "Rojnameya Azadiya Welat yekane rojnameya li Tirkiyeyê bi Kurdî tê weşandin e. Çi dibe bila bibe divê em hejmara xwendevanên rojnameya Azadiya Welat zêde bikin. Ji ber vê yekê, em bang li gelê xwe, hemû sazî û rêxistinên xwe dikin, ku xwedî li Azadiya Welat derkevin."

'JI BO PÊŞKETINA ZIMANÊ KURDÎ JÎ BAŞ DIBE'

Yuksek destnîşan kir, ku hem weke sazî hem jî weke şexs, ew ê destekê bidin kampanya Azadiya Welat û da zanîn, ku Azadiya Welat saziyeke ji bo pêşketina zimanê Kurdî girîng e.

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek wê 14'ê Gulanê roja Şemiyê saet di 11:00 de tevlî karê abonetiyê yê li Amedê bibe.