HPG: Herî kêm 20 leşker hatin kuştin

Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Star û şerê qewimî de herî kêm 20 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"Roja 9'ê Gulanê, artêşa Tirk li qada Mûnzûrbaba ya ser bi navçeya Dersîm Qisle, li herêma Şehîd Delîl û derdora tabûra Qisleyê dest bi operasyonê kir. Hêzên me yên gerîla saet di 18:30 de li hemberî kozikên leşkerên vê operasyonê çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de derbên xurt li 2 kozikan hatin xistin û 2 leşker hatin kuştin, 1 jî birîndar bû. Piştî çalakiyê artêşa Tirk bi çekên giran gule li herêmê reşand.

9'ê Gulanê li nêzî geliyê Ulukê û gundê Deraşora yên Erzînganê, di navbera hêzên me yên gerîla û leşkerên artêşa TC de ji bo demeke kurt şer derket. Piştî vî şerî hêzên me bi rengekî serketî gihaştin baregehên xwe.

LI MÛŞÊ BI GIŞTÎ 14 LEŞKER HATIN KUŞTIN

4'ê Gulanê, yekîneyeke me ya gerîla li Geliyê Xinzoro yê Mûşê ket kemîna artêşa TC. Piştî şerê demdirêj ê li vê derê, artêşa TC bi helîkopterên Kobra li herêmê dan. Li vê derê 2 gerîlayên me şehîd ketin. 3 leşker jî hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. Piştî vî şerî artêşa TC li herêmê dest bi operasyonê kir. Operasyon roja 5'ê Gulanê saet di 06:00 de bi dawî bû. Artêşa TC her wiha êrîşî gelê dixwest bê herêmê kir. Nasnameyên gerîlayên me yên şehîd ketine wê piştre bên eşkerekirin.

Roja 27'ê Nîsanê saet di 16:00 de li ser rêya navbera Mûş-Gimgimê, hêzên me yên gerîla li hemberî maşîneke zirxî ya bi tîpa akrep a artêşa TC çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di encama vê çalakiyê de 8 leşker hatin kuştin. Artêşa TC miriyên xwe bi helîkopterên bi tîpa Skorsky ji herêmê rakir.

6'ê Nîsanê saet di 02:30 de, li nêzî gundê Badab ê li navçeya Mûş Gimgimê, yekîneyeke me ya gerîla ket kemîna artêşa TC. Hevalên me Newroz û Dewran ên li vir bi birîndarî hatin girtin, ji aliyê artêşa TC ve hatin înfazkirin. Hevalê me Devrîm jî dîl hatiye girtin. Di navbera yekîneyeke me ya din û artêşa TC de careke din şer derket û 3 endamên Tevgera Taybet a Jendermeyan hatin kuştin. Di vî şerî de gerîlayên me yên bi navê Bedran û Demhat şehîd ketin. Operasyon piştî rojekê bi dawî bû.

Agahiyên li ser nasnameyên hevalên me yên şehîd wê piştre bên eşkerekirin.

LI ŞEMZÎNANÊ ÇALAKIYA XWE BERDANA AVA DIJMIN

Roja 8'ê Gulanê saet di 23:15'an de hêzên me yên gerîla xwe berdan nava leşkerên artêşa TC ên li derdora girê Genîş ê li navçeya Colemêrg Şemzînanê bi cih bûbûn. Di encama derbên xurt de 2 kozik hatin îmhakirin û bi giştî 4 leşker hatin kuştin. Her wiha hêzên me ji baskekî din ve jî bi çekên giran li kozikan xistin.

9'ê Gulanê saet di navbera 00:00-03:00 de hêzên me yên gerîla li hemberî artêşa TC a li derdora girê Genîş bi cih bû, bi hawanan çalakî pêk anîn. Yek ji konên hedef hatin girtin, derbên xurt lê ketin, lê hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin.

LI MEHSERTÊ GELEK LEŞKER HATIN KUŞTIN

Roja 9'ê Gulanê saet di 01:30 de li hemberî 40 leşkerên TC ên hatin gundê Bafava yê navçeya Mêrdîn Mehsertê û li malekê bi cih bûn, gerîlayên me bi çekên giran û nîv otomatîk çalakiyek pêk anîn. Piştî vê çalakiyê, cerdevanên li gund xwestin mudaxleyî hêzên me bikin û li vir ji bo demeke kurt şer derket. Di vî şerî de ji artêşa TC gelek kuştî û birîndar çêbûn, lê hejmar nehat zelalkirin.

Roja 9'ê Gulanê saet di navbera 14:30-15:00 de hêzên me yên gerîla bi çekên giran li dozereke li derdora Kuroşîno yê li ser xeta Qilaban a Şirnexê rê çêdikir, çalakî pêk anîn. Di encamê de ev kar hat rawestandin.

LI HEMBERÎ QADÊN GERÎLA BOMBERDÛMANA HEWAYÎ

Roja 10'ê Gulanê (îro) saet di navbera 08:30-09:30 de balafirên şer ên artêşa TC li girê Gostê yê Xakurê û derdora wê xistin. Saet di navbera 09:00-09:45'an de jî li qada Kunişka ya herêma Çemço ya Zapê bombe kirin."