Pirtûkxaneya du Şehîdan li Kobanê vebû

Pirtûkxaneya Şehîd Rodî û Perwîn li Kobanê hate vekirin.

Bi armanca bicîhkirina xewna du şehîdên ku di komkujiya Kobanê ya di 25'ê Hezîranê şehîd bûn – Rodî û Perwîn – Ednan Hesen birayê Rodî piştî şehadeta wan, hemû derfet û îmkanên di destê wî de xiste dewrê ji bo xewna herdû şehîdan bi cih bîne. Di encamê de Hesen pirtûkxaneyek amede kir û bi awayekî fermî duh hate vekirin.

Di pirtûkxaneyê de zêdetirî 1300 pirtûkên Kurdî yên beşê Helbest, Rêziman, Roman, Çîrok, Wêje, Lêkolîn, Dîrok, Erdîngarî û Siyasî hene. Piraniya pirtûkan bi zimanê Kurdî ne, lê beşek ji pirtûkan bi zimanê Turkî û Erebî jî heye.

RODÎ Û PERWÎN KÎ NE

Rodî Hesen û Perwîn Hemo du mamosteyên zimanê Kurdî, Kobanî ne ji roja rizgarkirina Kobanê de -19 Tîrmehê 2012- di nava xebatên şoreşê de bûn, liv û tevgera wan di beşê zimanê Kurdî de bû -Saziya Zimanê Kurdî SZK- jiyana wan Wêje, Çand , Ziman, Lêkolîn, Şagirt, Dibistan û pêşxistina ziman bû.

Piştî ku Rodî û Perwîn hev baş nas dikin û çar sal ji xebatê bi hev re dibihurin, ew digihêjin baweriya ku ew bi hev re dikarin malekê ava bikin. Di xeyala wan de ku rojekê wekî jiyana wan hevbeş be, hêviya wan jî ku bikaribin pirtûkxaneyeke biçûk di mala xwe de çêkin.

Rodî û Perwîn berî zewacê, her yekî ji milê xwe ve, pirtûk kom dikirin, hewl didan ku pirtûkên wan zêde bibin. Rodî piranî pirtûkan ji Bakurê Kurdistanê peyda dikir û roj pey rojê hejmara pirtûkên wan zêde dibûn.

Piştî çar salan Rodî û Perwîn dizewicin, lê mixabin piştî 21 rojan ji zewaca wan, çeteyên DAIŞ'ê komkujiya 25'ê Hezîranê li Kobanê pêk tînin. Rodî û Perwîn tevî Diya Rodî Meryem Şêxî, birayê Rodî Ehmed Hesen û Hevjîna wî Rîhan Hemo, Xwîşka Rodî Gulistan Hesen û Apê Wan Osman Hesen dibin qurbaniya hovîtiya DAIŞ'ê û hevkarên wê, 11 kes ji malbatê şehîd dibin.

'EZ Ê XEWNA WAN PÊK BÎNIM'

"Ji bo ku herdu şehîd bi me re bijîn, ji bo ku em şehîdên xwe zindî bihêlin, ji bo ku em soza xwe bi şehîdan re bi cih bînin, ez û yên mayî ji malbatê, me biryar girt ku ew mala ku komkujî tê de ji aliyê DAIŞ'ê ve pêk hat, em veguherînine pirtûkxane. Bila dijmin hovîtiya hezarên sala bi ser me de bê, lê em ji jiyanê hez dikin û wê xewn û xeyalên şehîdên me jî zindî bimînin û pêk bên" Ednan Hesen bi vî awayî armanca vekirina pirtûkxaneyê şîrove kir.

Ednan dibêj: "Eger em ne di ferqa şoreşê de bin, wê me ev mal vala bihîştiba, me nedikarîbû em vegerin vê malê piştî ku xwîna piraniya malbatê li vir rijiya: Lê şoreşa Rojava ruhê berxwedanê di me de afirand. Ji ber ku ruhê berxwedanê di me de heye, hîna em bi îsrar in û em ê her tim bersiva dijminê xwe bidin. Dijmin dixwaze her tiştê me bikuje, lê em ê bi îsrara xwe bijîn û armancên dijminan vala derxin."

Amedekirina pirtûkxaneyê li ûna ku ewqas xwîn lê rijiya, helbet ne normale, ji wê jî ji bilî aliyê aborî û madî, heybetek li wî cihî heye. Kî li wir dinêre an li ber wir re derbas dibe, eş û azar tê bîra mirov, hovîtiya dijin mirov dibîne, ji bîranînê amedekirinê Ednan tîne ziman ku car caran ji sibehê ta nîvê şevê wî mal pak dikir, lê dema bii tenê dima, xofek diket dilê wî, her kes dihate bîra wî, hem bîre wan dikirû hem jî eş, azar û kîn ligel wî diciviyan. Lê wî ev kîn xiste bi kontrolê, ji bo ku bikaribe ji pêşeroja Kobanê re tiştekî bi wate bike.

Di dawiya axaftina xwe ji me re Ednan dibêje ku kombûna ewqas kes di mala Anê ya mêvanperwer û bicîhkirina xewna Rodî û Perwîne, ew rihet kir, wî soza xwe ji şehîdan re pêk anî, êdî dikare jiyana xwe bê xemgînî û bê êş derbas bike.

Hêjaye gotinê ku malbata Osman Hesen tê naskirin bi – Malbata Şehîdan – bavê wan Osman Hesen di teqîna li navenda Heyva Sor a Kurd a di 11’ê Mijdara 2013’an li Kobanê pêk hat Şehîd bû. Şêrîn Osman a bi navê tevgerî (Viyan Rustem) di nava refên Yekîneyên Parastina Jin YPJ'ê di berxwedaniya Kobanê 30’ê îlona 2014’an de de Şehîd bû. Şehîdên din di Komkujiya 25'ê Hizêranê li Kobanê Şehîd bûn.

...