Hozat: AKP di pêvajoya têkçûnê de ye

Hozat işaret bi serdana CPT ya li Îmraliyê kir û got, "Ev rewşeke girîng e. CPT hînê daxuyanî nedaye raya giştî. Der barê rewşa tenduristiyê ya Rêberê me û mercên tecrîdê de divê di demeke nêz de daxuyaniyekê bide."

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bû mêvanê bernameya Polîtîk Alan a MED NÛÇE û daxuyaniyên girîng da.

Hozat di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser serdana Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) a 28-29'ê Nîsanê li Îmraliyê kir û got, "Ji Îmraliyê ti agahî dernakeve derve. Dengê Rêberê me bi temamî hatiye birîn. Zext û şîdeteke giran lê tê kirin. Tecrîd bi xwe şîdeteke mezin e. Şerê herî mezin e. Çûyîna CPT di demeke bi vî rengî de girîng e. Ev yek di encama têkoşîna gelê me de pêk hat. Di encama têkoŞîna gelê me û dostên gelê me yên li Ewropa, Kurdistan û Cîhanê de CPT çû Îmraliyê. Lewma ez têkoşîn û berxwedana gelê me gelekî hêja û watedar dibînim. Encam bi dest xistin. Ez vê berxwedanê silav dikim û divê dewam bike."

Hozat da xuyakirin, ku divê CPT di dema herî nêz de encamên vê serdanê bi raya giştî re parve bike û got, "Girîng e şert û mercên Rêberê me lê tê ragirtin, rewşa wî ya tenduristiyê bi gelê me, bi raya giştî re bên parvekirin. Armanca vê serdanê agahdarkirina gelê Kuerd û civakê bû. Ji ber ku di nava tevgera me, gelê me û tevahiya raya giştî ya demokratîk de endîşe û bendewariyek hene."

'TIRKIYE DI PÊVAJOYEKE GIRAN A KAOSÊ DE YE'

Hevseroka Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Besê Hozat bal kişand ser krîza li Tirkiyeyê û li ser vê mijarê, ev nirxandin kir:

"Tirkiye di pêvajoyeke gelekî cidî ya kaosê re derbas dibe. Di nava pêvajoya krîzê de ye. AKP û MHP di nava krîzeke cidî de ne. Polîtîkayên mûxalefeta li nava MHP'ê û ekîba Devlet Bahçelî li dijî hev in. Di nava CHP'ê de jî pirsgirêkên cidî hene. AKP jî di nava krîzeke giran de ye. Ev yek tê wateya krîza sîstema netewe dewleta Tirk. Ya rast krîzeke dewletê ye. Ji ber ku AKP'ê li Tirkiyeyê demokrasî tasfiye kir. Hemû hêzên ji bo demokrasiyê têdikoşin kir hedef û hewl da tine bike. Êrîşên li hemberî HDP'ê, ev polîtîkayên qirkirinê yên li dijî Kurdan tên meşandin, encama vê en. Têkoşîna herî xurt a li hemberî vê yekê, têkoşîna hevpar a hemû hêzên demokrasiyê ye."

'DI HILBIJARTINEKE GENGAZ DE DIVÊ HÊZÊN DEMOKRATÎK BI RENGEKÎ BLOKÊ TEVBIGERIN'

Hozat diyar kir, di nava şert û mercên heyî de pêkan e hilbijartineke pêşwext bikeve rojeva Tirkiyeyê û got, "Rêveçûn vê yekê nîşan dide. Îstifaya Davûtoglû, meseleya destnedanê ev hemû ji plana hilbijartinên pêşwext cuda nîne. Erdogan wê gav bi gav Tirkiyeyê ber bi hilbijartineke pêşwext ve dehf bide. Ev eşkere ye. Bêguman divê amadekarî ji vê re hebe. Mîna berê nabe. Di hilbijartineke pêşwext a gengaz de, divê hêzên demokrasiyê bi rengekî blokê tevbigerin. Girîng e bi tifaqê tevlî hilbijartinê bibin."

'AKP KETIYE NAVA PÊVAJOYA TÊKÇÛNÊ'

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat di dewama axaftina xwe de destnîşan kir, ku AKP ketiye nava pêvajoyeke têkçûnê û got, "AKP bi êrîşa li hemberî hemû dînamîkên demokratîk û bi tasfiyekirina wan re xwest hebûna xwe biparêze. Hewl da sîstemeke dîktatoryal a faşîst li Tirkiyeyê ava bike. Sala 2023 weke hedef danî pêşiya xwe. Di sala 2023'an de yanî di 100. salvegera komarê de wê sîstema Kemalîst, rejîm bi temamî tasfiye bikira. Wê rejîmeke nû, rejîmeke dîktatorî ya faşîst ava bikira. AKP niha ji bo pêvajoyeke bi vî rengî têdikoşe. Di vê çarçoveyê de hemû hêzên mûxalîf tasfiye kir, çapemeniya mûxalîf bêdeng kirr. Partiyên siyasî tasfiye kir. Sedema bingehîn a êrîşa li hemberî HDP'ê ev e. Hêza bingehîn a li hemberî AKP'ê li ber xwe dide, ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşe e Kurd in. Hewl dide Kurdan qir bike. Lewma bi dewleta kûr re li hev kir. AKP'ê hewl da sîstemeke dîktatorî di bin navê sîstema serokatiyê de bide rûniştandin. Pêşengê vê jî Erdogan e. Ev şer het aniha hat meşandin.

Di asta heyî de rewşa AKP'ê çi ye? Bi rastî jî wê karibe vê plana xwe, nêrînên xwe bi ser bixîne? Wê karibe xwe bigihîne armanca xwe? Ev pêkan naxuye, zehmet e. Li hemberî şerê qirkirinê, li hemberî konsepta şerê topyekûn, Kurd bi mehan e li Kurdistanê li ber xwe didin. Hêzên demokrasiyê di asteke girîng de têdikoş in, li ber xwe didin. Tevî kêmasiyên xwe jî vê berxwedanê AKP xist nava pêvajoya ji hev ketinê û belav bûnê. Xistiye nava pêvajoyeke têkçûnê. Guh nedin axaftinên AKP'ê, daxuyaniyên rayedar û rêveberên AKP'ê. Divê mirov bi derew û demagojiya wan nexapin. Hewl dide xapandineke 'desthilatdariya herî xurt, partiya herî xurt' bafirînin. Di vî warî de operasyona xapandinê tê meşandin. Li hemberî civaka Tirkiyeyê, li dijî gelan şerê psîkolojîk ê taybet dimeşînin. Ev hemû şerê taybet û psîkolojîk e. Ya rast ew e; AKP ketiye nava pêvajoyeke mezin a têkçûn û ji hev ketinê. AKP serberjêr bûye.

Hêza bingehîn a AKP'ê li ser piyan digire MHP ye. Ewçend hêza AKP'ê nîne. Hin aliyên neteweperest ên li nava CHP'ê, Ergenekon jî bûne palpişt ji AKP'ê re. Yanî dewleta kûr bi xwe. Hêza AKP'ê têra desthilatdariya bi tena serê xwe nake. Divê mirov bi vê nexapin. Ya ku niha Tirkiyeyê bi rê ve dibe Daîreya Şerê Taybet e. Serokê vê daîreyê jî Erdogan e."

Hozat destnîşan kir, ku têkoşîn û berxwedaneke bi bandor, berxwedana hevpar a hêzên demokrasiyê bi Kurdan re wê vê pêvajoya têkçûnê ya AKP'ê bilezîne û AKP'ê tasfiye bike. Hozat diyar kir, lewma gelekî girîng e têkoşîn û berxwedana li Tirkiyeyê bê xurtkirin.

'GELÊ KURD BI TEMAMÎ JI DEWLETÊ QUT BÛYE'

Li ser mijara rakirina destnedana parlamenterên HDP'ê de jî Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat got, "Bêguman eger destnedanê rakin, wê kaosa li Tirkiyeyê mezintir bibe. Şer wê girantir bibe. Şer wê bigihêje asteke cudatir. HDP jî di siyaseta demokratîk de xwedî alternatîfan e. HDP partiyeke xwe dispêre gel e. Hêza xwe ji civakê werdigire. Hêza xwe ji hêza civakê, ji nirxên demokrasiyê werdigire. Lewma HDP wê li her derê têbikoşe. Li kolanan, li meydana, li her qadên jiyanê têkoşîn naqede. Der barê mijara qutbûnê de jî hin nîqaş tên kirin. Eger ev yek ji bo gelê Kurd tê bilêvkirin; gelê Kurd ji xwe ji aliyê nêrîn, hest û ruhî ve ji dewletê qut bûye. Ti têkiliya gelê Kurd bi dewletê nema ye. Pirsgireka gelê Kurd bi gelê Tirk, bi gelên Tirkiyeyê re nîne. Dixwaze bi rengekî bira, azad û wekhev li her cihî bijî, ji xwe dijî. Lê belê bi dewletê re xwedî pirsgirêkên cidî ye. Şerê qirkirinê yê topyekûn ê li Kurdistanê tê meşandin, Kurd bi temamî ji dewletê qut kiriye."

'KURD SÎSTEMA XWE YA DEMOKRATÎK AVA DIKIN'

Hozat da zanîn, ku gelê Kurd êdî li hemberî dijberiya dewletê, sîstema xwe ya demokratîk ava dikin û got, "Berxwedana xweseriya demokratîk tê vê wateyê. Berxwedana xweseriya demokratîk, li hemberî dijberiya dewletê têkoşînan ji bo avakirina sîstema xweseriya demokratîk, avakirina demokrasiya herêmî û damezrandina sîstema demokratîk e. Lewma têkoşîna parastina hebûn û azadiya xwe ye. Ev têkoşîn wê ji niha û pê ve bêhtir bê xurtkirin."