TEV-ÇAND a Başûrê Kurdistanê hunermendên şoreşger bibîr anî
Tevgera Çand û Hunerê ya Başûrê Kurdistanê bi wesîleya 11'ê Gulanê salvegera şehadeta Hozan Mizgîn (Gûrbet Aydin) daxuyaniyeke nivîskî weşand û hemû hunermendên şoreşger bibîr anî.
Tevgera Çand û Hunerê ya Başûrê Kurdistanê bi wesîleya 11'ê Gulanê salvegera şehadeta Hozan Mizgîn (Gûrbet Aydin) daxuyaniyeke nivîskî weşand û hemû hunermendên şoreşger bibîr anî.
Tevgera Çand û Hunerê ya Başûrê Kurdistanê bi wesîleya 11'ê Gulanê salvegera şehadeta Hozan Mizgîn (Gûrbet Aydin) daxuyaniyeke nivîskî weşand û di şexê Hozan Mizgîn, hunermend Serhed, Elenya, Yekta, Welat, Newîla û Sefkan de hemû hunermendên şoreşger ên şehîd ketine bibîr anî.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em weke Tevgera Çand û Hunerê ya Başûrê Kurdistanê di kesayeta hemû şehîdên meha Gulanê de şehîdên azadiya gelê Kurdistanê de bibîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin.
Di daxuyaniyê de berxwedana li çeperên xwerêveberiyê hat silavkirin û hat gotin, "Bi taybetî bi hêza hunera şehîd Mizgîn ku niha dayikên Kurdistanê li meydanan li Xweseriya Demokratîk xwedî derdikevin, em wan jî silav dikin û dibêjin lorîna Mizgînan bû dengê azadiyê."
TEV-ÇAND a Başûrê Kurdistanê di daxuyaniya xwe bibbîr xist ku di ser şehadeta Hozan Mizgîn re 24 sal derbas bûne û wiha dewam kir: "Bi hunera şoreşger û têkoşera çiyayan Mizgîn bi deng û sekna xwe ya şoreşgerî bi destek saz û bi destek jî çek wergirt û xwedî li xeta azadiya jinê derket. Lewma jî hem bû dengê jinê, hem jî fermandarî ji artêşa azadiya jinê re kir. Di asta misogerkirina hunera civakbûnê de heta roja me ya îro hat û bû banga azadiyê."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku Mizgîn bi sekin û xeta hunera şoreşger li hemberî pergala modernîteya kapîtalîst û qirkirina çandî seknek û xetek afrîner û serbixwe bû û hat destnîşankirin, ku weke şopdarên wê, ew ê jî xwedî li xet û keda wê derkevin.
Daxuyaniyê wiha dewam kir:
"Bi sekna xwe ya mîlîtan bi berpirsiyariya erkên fermandarî û perspektîfên Rêber Apo li çiya, Rojavayê Kurdistanê û Ewropa li erkên xwe xwedî derket û bû denge gelê xwe.
Bi nasnameya xwe ya bîrdozî û bi erkên xwe yê fermandarî li Eyaleta Mêrdîn û Xerzanê di xeta xweparastinê û nirxên civakbûnê de pêşengtî kir. Bi xebatên xwe yên rêxistinî li Rojavayê Kurdistanê hat nasîn û li Ewropa jî rêvebertiya Koma Berxwedan kir. Li Ewropayê li hemebrî helandina çandê xeta çanda şoreşgerî ku bingehê civaka exlaqî û polîtîk e belav û domdar kir.
Em carek din bi wesîleya 11'ê Gulanê ku şehadeta Hevala Mizgîn pêşwazî dikin, soz didin ku em ê di xeta têkoşîna wê de li çar parçeyên Kurdistanê bi ruhê Mizgînan hunera azad li qadên azad belav bikin û bi pêş bixin.
Weke Tevgera Çand û Hunerê ya Başûrê Kurdistanê em ê li ser xeta şehîd Mizgîn carek din xwe bi rêxistin bikin û bibin dengê hunera azad a ku bingehê xwe ji hunera resen û ya civakî digire."