Cenazeyê Gokalp bi merasîmeke girseyî hat veşartin

Cenazeyê Ahmet Gokalp ê di berxwedana Sûrê de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Cenazeyê Ahmet Gokalp ê di berxwedana Sûrê de jiyana xwe ji dest da, li navçeya Mûş Gimgimê bi merasîmeke girseyî hat veşartin. Cenazeyê Gokalp ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî ya Amedê hat wergirtin û anîn gundê Goma Xan ê Gimgimê. Darbesta cenaze li pêşiya gund ji aliyê bi hezaran kesî ve ku rêveberên DBP û HDP'ê yên navçeyê jî di nav de bûn bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" hat pêşwazîkirin. Girseya gel darbest hilgirt ser milan û anî goristana gund. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Gokalp li goristana gund hat veşartin.

Piştre ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, li ber sirûda "Çerxa Şoreşê" deqeyek rêz hat girtin. Hevserokê DBP'ê yê Gimgimê Mahîr Yilmaz dûre peyivî û got, "Berdêla vê berxwedana mezin gelekî mezin e. Hevalê Ahmet ne şehîdê me yê destpêkê ye, ne jî yê dawiyê ye. Gelê Kurd di sedsala 21'an de êdî bê statu nikare bijî, ti carî dest ji mafên xwe bernade. Kî çi dibêje bila bêje, daxwaza gelê Kurd Kurdistana xweser a demokratîk e."

Bav Mehmet Şîrîn Gokalp jî got, "Bila serê Serok Apo sax be. Bila serê gelê Kurd û Kurdistanê sax be. Kurê min şehîdê Kurd û Kurdistanê ye."

Kek Remzî Gokalp jî got, "Ya ku ji me re bû dert ew e; birayê min û hevalên wî yên din bi rêbazên li dijî mirovahiyê şehîd hatin xistin û bi cenazeyên wan hat lîstin. Birayê min şehîdê Kurdistanê ye, şehîdê gelê Kurd e."

Malbat wê li gundê Goma Xan serdanên sersaxiyê qebûl bike.