Gel bi girseyî diçe serdana konê sersaxiyê yê Doner ê YPG'yî

Ji bo şervanê YPG'ê Erdal Doner ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da û nasnameya wî hefteya derbasbûyî hat ragihandin, li Wanê konê sersaxiyê hat vedan. Girseya gel bi awayekî girseyî diçe serdana kon.

Konê sersaxiyê li taxa Halîl Aga hat vedan û tevî Hevserokên HDP'ê yên Wanê Yakûp Ataş û Gulîstan Orhan, Hevserokên DBP'ê yên Wawnê Nazmiye Acar û Metîn Kutaz, Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Adem Geverî, Hevserokên MEYA-DER û TUYAD-DER ên Wanê, Meclîsa Dayikên Aştiyê û aktîvîstên KJA'yê gelek kesan kon ziyaret kirin.

Hevseroka MEYA-DER a Wanê Nerîman Ûrar li vê derê axivî û diyar kir, ti hêz nikare vîna gelê Kurd bişikîne. Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Adem Geverî jî bal kişand ser girîngiya yekbûn û yekîtiya gelê Kurd.

Xizmên Doner ê YPG'yî jî spasiyên xwe pêşkêşî mirovên hatine serdanê kirin.

Ji bo Doner ê YPG'yî wê roja Çarşemê li heman cihî mewlûd bê dayîn.